Şirketa Kanadayî nerazîbûn nîşan da: Motorên me li ser ÎHA’yan hate bikaranîn

Şirketa navendî ya Kanada, gihişte wê yekê ku motorên balafirên bi armanca kêfxweşiyê ji bo Tirkiyeyê şandine, di şerê li Ermenistan û Azerbeycanê de hatiye bikaranîn, şandina motoran da sekinandin.

Şirketa bi navê Bombardier Recreational Products (Berhemên Kêfxweşî ya Bombardîer) a navenda wê Kanadî gihişte wê yekê ku motorên balafirên bi armanca kêfxweşiyê ji aliyê Rotax a Awûtûrya ku yek ji avakarê wê yê di şerê li navbera Ermenistan û Azerbeycanê hatiye bikaranîn. Ev motor ji bo balafirên bê mirov a Bayraktar TB2 bê bikaranîn ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirîn.

‘EM FÊR BÛN KU DI ÎHA’YAN DE TÊN BIKARANÎN’

Berdevkê BRP’ê Martîn Langelîer di daxuyaniya dayî Radîo Canada Înternatînolê re kir de got: “Em fêr bûn ku hinek motorên Ratox di ÎHA’yên leşkerî de hatine bikaranîn, tavilê me dest bi lêpirsîneke berfireh kir.” Langelîer ragihand ku şandina motoran a ji bo welatên ku nayê zanîn ji bo çi tê bikaranîn, dane sekinandin.

Langelîer destnîşan kir ku hemû motorên Rotax tenê bi armanca sivîlan li Avûstûrayê tê çêkirin û hilberîn; tenê ji bo bikaranîna sivîlan hatiye erêkirin.

Berdevkê Wezîreta Karê Derve yê Avûstûrya Gabrîele Jûen destnîşan kir ku motorên Rotax di soporên motrê yên cihê de tenê ji bo bikaranîna sivîlan hatiye çêkirin û ji ber vê yekê li nava Lîsteya Kontrolê ya Hêmanên Bikaranîna Duyî ya Yekîtiya Ewropayê cih nagire.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkola Pashînyan jî bang li welatên ku parçeyên ji bo bernameya balafirên hewayî yên leşkerî yên Tirkiyeyê peyda dikin, mîna Kanadayê bişopînin û ev welat hemû hinardeyên xwe yên ji bo Tirkiyeyê bidin sekinandin.