ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew di dema berxwedanê de ne, her kes li her devera ku lê ne li gorî derfet û hêza xwe ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê divê têbikoşe.
Koordînasyona KJK'ê nîqaşa hin partiyên Kurd a li ser Kurdî û sîstema hevserokatiyê rexne kir û destnîşan kir ku di van her du mijarên pîvanî de wê tawîz neyê dayin.
Li Rojava çîroka perwerdeya Kurdî çawa dest pê kir? Beriya şoreşê qedexe bû û cezayê xwe jî giran bû. Lê belê şovalyayên zimanê Kurdî yên li Rojava ew qedexe ji holê rakirin. Deriyên dibistanên zîhniyeta qedexekar yek bi yek hate şikandin. Piştre jî şoreşê perwerdeya bi pir zimanî, pir rengî diyarî nifşên nû kir.
Li ser daxwaza Parlamentera Serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh, polîtîkaya belavkar û êrişkar a Erdogan li parlamentê hate nîqaşkirin. Di dema vê nîqaşê de Wezîra Karên Derve ya Swêd Ann Lînde û Kakabaveh li ser PKK'ê nîqaş kirin.
Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê, Wezareta Petrolê û şîrketa barhilgiriya petrolê ya rêyên deryayî xiste lîsteya reş.
Edaleta Bolîvyayê biryara girtina Serokdewletê berê Evo Morales rakir, ku Morales li Arjantînê ye.