Şîrketa Awûstûryayî wê ji bo SÎHA yên Tirk motoran çêneke

Şîrketa Rotax a Awûstûryayê ragihand ku wê êdî ji bo SÎHA yên dewleta Tirk motoran çênekin. Rotaxê bi rêya şîrketên Îtalya û Kanadayê bi salan ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê binpê dikir.

Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ên ku ji aliyê şîrketên malbatî û alîgirên rejîma Erdogan ve dihatin çêkirin, heta niha li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê bi sedan Kurd qetil kirin. Welatên rojavayî jî hem li pêşberî van komkujiyên dewleta Tirk bêdeng man, hem jî bi hilberandina amûrên ji bo SÎHA'yan qezenca xwe misoger dikirin.

Piştî Kurdistanê, SÎHA vê carê li Lîbyayê di şerê navxweyî de hatin bikaranîn û herî dawî tespît bû ku li Qerebaxê li dijî hedefên Ermenistanê hatine bikaranîn.  Fîrmayên rojavayî ku bi şerê li Qerebaxê re di mijara ÎHA û SÎHA'yan de bazirganiya xwe ya bi dewleta Tirk re gihandin asta herî bilind, li pey hev biryarê didin ku hevkariya bi rejîma Erdogan re rawestînin.

Şîrketa bi navê Bombardier Recreational Products-BRP (Berhemên Kêfxweşiyê yên Bombardier) ku navenda xwe li Kanadayê ye û ji bo balafirên bêmirov ên dewleta Tirk amûran diafirîne, bazirganiya xwe ya bi Enqereyê re betal kir. Piştre jî şîrketa Rotax a Awûstûryayê ku motor ji bo balafirên biçûk û navîn çêdikir, biryareke bi heman rengî da.

BI SALAN KOMKUJIYÊN SÎHA'YAN JI NEDÎTÎ VE HATIN

Agahiyên li çapemeniya rojavayî ku diyar dikir, Rotaxê radestkirina li welatên ku nediyar e ku li ku bi kar tîne hatiye rawestandin, ji aliyê berdevkekî şîrketê ve hate piştrast kirin. Li gorî berdevk ku ji rojnameya rojane ya Awûstûryayê Der Standart re axivî, Rotaxê biryar da ku bi ti awayî motorên navborî nefiroşe Tirkiye û Îranê. Balafira bêmirov a Îranê ya bi navê "Şahît 129" jî bi van motoran difiriya.

Piştî ku sala 2016'an eşkere bû çekên Awûstûryayê çekên Awûstûryayê li Kurdistanê li dijî sivîlan tên bikaranîn, Rotaxê ji bo têkbirina ambargoya çekan a li ser dewleta Tirk, motorên xwe destpêkê firot Îtalyayê û ji wir jî bi rêya şîrketa Kanadayî (BRP) difirot. Ev motorên BRP'ê jî li modelên TB2 a SÎHA'yên dewleta Tirk dihate bicihkirin. Bi vî rengî şîrketa Awûstûryayî ku digot 'Em ji bo bikaranîna li dijî sivîlan çênakin' heta sala 2013'an hewl da xwe ji sûcên ku dewleta Tirk bi SÎHA'yan dike, rizgar bike.

Lê belê piştî şerê li Qerebaxê, hikumeta Kanadayê hefteyên derbasbûyî ragihand ku wê nehêlin amûrên hewayî yên bêmirov û balafirên şer ên bêmirov ji Tirkiyeyê re bên firotin. Piştî ku şîrketa BRB'ê jî ragihand ku wê vê biryarê bi cih bîne, şîrketa Awûstûryayî jî neçar ma biryareke bi heman rengî bigire.

Di vê navebrê de partiyên muxalefetê û saziyên dijberên şer ji bo ambargoya çekan bi heman rengî neyê binpêkirin û şîrket bêhmtir bên kontrolkirin, bang li hikumet Viyanayê kirin.

Pêşnûmeya ji bo ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê ku Partiya Keskan xiste rojevê û 6 partiyên din qebûl kirin, di meha Mijdara 2016'an de ji Parlamenta Ewropayê bi hevdengî hatibû qebûlkirin. Ji ber ku hem muxalefetê hem jî raya giştî nedixwest ku Awûtûrya tevlî sûcên dewleta Tirk bibe.

Awûstûrya di sala 2008'an de bi çekên bi markaya Glock û Steyr ketibû nava bazara çekan a Tirkiyeyê. Ji wê demê û pê ve bazirganiya çekan a navbera herdu welatan zêde bû, di navbera salên 2011-2012'an de bi 600 çekên sekvaniyê yên bi tîpa Steyr SSG'ê li Kurdistanê sivîl hatin kuştin. Bi taybetî di nava sala 2015'an de li Bakurê Kurdistanê li bajar û navçeyên ku xwerêveberî ragihandin, ji bo tepisandina vê berxwedanê roleke girîng lîstin.