KON-MED'ê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bang kir

KON-MED'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku wê li gelek bajarên Elmanyayê bi dirûşma 'Şoreşa Rojava şoreşa me ya hevpar e, parastina wê berpirsyariya me ya hevpar e' bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kobanê bû sembola têkoşîna demokrasî û azadiyê û serketina payîza 2014'an a li dijî DAÎŞ'ê hate bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji wê rojê ve modela Xwerêveberiyê ya Demokratîk ne tenê li qadeke berfireh a Bakurê Sûriyeyê belav bû, her wiha ji bo cîhaneke wekhev bû çavkanî ji hêzên demokrasiyê hemûyan re.

Di daxuyaniyê de işaret bi metirsiya li ser Şoreşa Rojava hate kirin û hate gotin, "DAÎŞ li bakurê Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve hatibe têkbirin jî îdeolojiya faşîst hîn tune nebûye. Berevajî, li herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, cîhatîst muxalîfan terorîze dikin, sûcên şer dikin û paqijiya etnîkî dikin. Dewleta Tirk ne tenê li Sûriyeyê piştgiriyê dide îdeolojiya DAÎŞ'ê, di heman demê de li gelek welatan şer sor dike. Piştî êrişkariya li Lîbya, Başûrê Kurdistanê û Qerebaxê, polîtîkaya şer a Tirk careke din berê xwe da herêmên Bakurê Sûriyeyê.

Dewleta Tirk a dijminê Kurdan, êrişa xwe ya li ser Kurdistanê konseptek li çar parçeyên Kurdistanê ya ji bo tunekirina neteweya Kurd û Kurdistanê ye, hewldana ji bo tunekirina desketiyên Kurdan e. AKP-MHP'ê partiyên din ên neteweperest tevlî xwe kirin û tifaqa mutabaqata neteweyî ya milî ya Tirk ava kir û li dijî gelê Kurd êrişeke topyekûn dike. Êdî dem hatiye ku gelê Kurd ji vê bêhurmetî, bêexlaqî û dijminatiyê re bêje 'Êdî bes e'."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê me di serî de li Elmanyayê li 7 parzemînên cîhanê, li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî salvegera berxwedana Kobanê ya 1'ê Mijdarê pîroz bikin. Bi navê KON-MED'ê em bang li demokratan, çep-sosyalîst û dostên şoreşger dikin ku di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bi gelê Kurdistanê yê çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û bi dirûşma 'Şoreşa Rojava şoreşa me ya hevpar e, parastina wê berpirsyariya me ya hevpar e' têkoşînê hevpar bikin.

Em bang li gelê xwe, dostên xwe, civatên baweriyan, şoreşger, demokrat û hêzên azadîparêz dikin ku li gelek bajarên Elmanyayê tevlî pîrozbahiyan bibin."

Li gorî daxuyaniyê çend ji bajarên Elmanyayê ku bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wê çalakî bên lidarxistin wiha ne:

MAÎNZ
Dem: 31.10.2020
Saet: 15:30
Cih: Schillerplatz Mainz

FRANKFURT
Dem: 01.11.2020
Saet: 15:00
Cih: Paulsplatz Frankfurt

BERLÎN
Dem:01.11.2020
Saet:14:00
Cih: Hermannplatz Berlin 

HANNOVER
Dem: 01.11.2020
Saet: 14:00
Cih: Steintor Hannover

STUTTGART
Dem: 01.11.2020
Saet: 15:00
Cih: Rotebühlplatz Stuttgart

HEILBRONN
Dem: 01.11.2020
Saet: 16:00
Cih: Kranzplatz Heilbronn

TUBÎNGEN
Dem: 01.11.2020.
Saet: 17:30
Cih: Holzmarkt Tübingen

MUNCHEN
Dem: 02.11.2020
Saet: 16:00
Cih: Karlsplatz (Stachus) Munchen