YE'yê par destûr da firotina çekan a bi buhayê 138 milyar Euroyî

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Servîsa Çalakiyê ya Têkiliyên Derve ya Ewropayê (SEAE) ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatin weşandin, welatên yekîtiyê par destûr da firotina çekan û alavên leşkerî yên bi buhayê 137.9 milyar Euroyî.

Li gorî daneyan welatê sereke ku endamên Yekîtiya Ewropayê herî zêde destûra firotina çekan ji bo wê dane Misir e. Ji bo Misrê par destûra firotina çekan a bi 16 milyar Euroyî hate dayin. Piştî Misrê bi buhayê 9.3 milyar Euroyî Hindistan, bi buhayê 8.2 milyar Euroyî jî ji bo Emîrat destûra firotina çekan hate dayin.

Di rêza heftemîn de Erebistana Siûdî bi 7.8 milyar Euroyî û di rêza pêncemîn de jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi buhayê 6.3 milyar Euroyî cih girtin.