ROJANE
Hemû Nûçe
-
Terora polîsan a binçavkirinê didome
Akademîsyen Levent Dolek jî di nav de gelek kesên din bi hinceta beşdarî çalakiyên protestoyê yên di rojên dawî de bûne, hatin binçavkirin. -
Bi sedan nivîskar û akademîsyenan banga 'tifaqa demokrasiyê' kirin
Bi sedan nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û dilxwazên civaka sivîl têkildarî lêpirsînên li hemberî ÎBB'ê daxuyaniyeke hevpar dan û ji bo tifaqa demokrasiyê bang kirin. -
Li Îzmîrê 10 kes hatin girtin
Li Îzmîrê ji 54 kesên hatin binçavkirin 10 kes bi îdîaya "Rabûna li ber qanûna meş, xwepêşandan û civînan" hatin girtin. -
Di resepsiyona Parlamentoyê de azadiya Rêber Apo hate xwestin
Sekreterê Giştî yê GMB’ê ya xwedî 500 hezar endaman, Gary Smith di resepsiyona Newrozê ya li Parlamentoya Îngilistanê de axivî. Smith diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bidomînin. -
Neteweyên Yekbûyî nerazîbûneke tund nîşanî Tirkiyeyê da
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku dawî li bêhiqûqiyê bînin û got, "Kesên ku ji ber bikaranîna mafên xwe yên rewa hatine girtin divê tavilê bêne berdan." -
ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di 6 rojan de 172 kes hatin girtin
Ji hezar û 418 kesên ku di 6 rojên dawî de hatin binçavkirin, 172 jê hatin girtin. -
Rûniştinên Kongreya Xwecihî û Herêmî ya 2025’an a Konseya Ewropayê dest pê kir
Şandeya DEM Partiyê ji bo civînên kongreyê hat Strasbourgê, bi Raportorên AK-YBK'ê yên Tirkiyeyê David Eray û Bryony Rudkin û şandeyên Îtalya û Swêdê re hevdîtin pêk anî. -
Li Stenbolê 64 kes ji ber çalakiyên protestoyî hatin girtin
Ji 206 kesên ku bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûne, hatibûn binçavkirin 64 kes jê hatin girtin. -
Hejmara kesên binçavkirî bû 1418
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku di çalakiyên protestokirina binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hezar û 418 kes hatin binçavkirin. -
Zeynep Kuray jî di nav de 7 rojnamevan hatin girtin
Li Stenbolê Zeynep Kuray jî di nav de 7 rojnamevan hatin girtin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo ji bo dîtina muwekîlê xwe, serlêdaneke nû kirin. -
'Kes nikare daxwaza bi milyonan mirovî ji nedîtî ve bê'
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser daxwaza bi milyonan mirovî ya li Newrozê û got, "Bi milyonan mirovî gotin, 'Daxwaza me ya esasî azadiya Birêz Ocalan e'." -
Ozel: Em nasekinin, em ê timî wan bitirsînin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê girtî. Ozel got, “Em nasekinin, em ê timî wan şaş bikin, bitirsînin û em ê hîn xurttir bibin.” -
Li Enqereyê herî kêm 30 xwendekar hatin binçavkirin
Li Enqereyê di serdegirtina malan de bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûne herî kêm 30 xwendekar hatin binçavkirin. -
Egîtîm-Sen a ku li ber zext û bêhiqûqiyê rabû, kete ber lêpirsînê
Dadgeriya li Tirkiyeyê ku di bin kontrola desthilatdariyê de ye, vê carê li hemberî endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Egîtîm-Senê dest bi lêpirsînê kir. -
Li Enqereyê çalakî dewam dikin
Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî girtina Îmamoglû destpê kirin, bênavber dewam dikin. Li Enqereyê polîsan êrîş birin ser çalakiyan û gelek kes binçav kirin. -
Besê Hozat: Bêyî garantiya qanûnî û hiqûqî ev pêvajo bi rê ve naçe! - NÛ BÛ
Besê Hozat anî ziman ku hikumetê ji bo pêşveçûna pêvajoyê ti gav neavêtiye û got, "Pêwîstiya bingehîn a çekdanîna PKK'ê avakirina bingeha hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekê berde, nikare xwe fesih bike. Ev zelal e." -
Di Newroza Stenbolê de beyana îradeyê: Em bi Rêber Apo re ne
Kurdan di Newroza Stenbolê de careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd re nîşan dan. Îradeya xwe bi xurtî beyan kirin ku ew heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne. -
Ozaras: Baro wê bêdeng nebin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras nerasîbûn nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya rêveberiya Baroya Stenbolê da û got, dixwazin hemû baroyan bêdeng bikin, lê wê bêdeng nebin. -
ROJEVA 25'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Konseya Ewropayê bertek nîşanî girtina Îmamoglû da
Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê Marc Cools biryara girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi tundî şermezar kir û xwest demildest bê berdan. -
Ayşegul Dogan: Êdî rêya Îmraliyê vekin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê demildest bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk were û got, “Êdî rêya Îmraliyê vekin." -
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê lêpirsîn hat destpêkirin
Hate ragihandin ku Waliyê Enqerê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê bi îdîya ‘zirara cemeweriyê’ lêpirsîn daye destpêkirin. -
Li gelek zanîngehan boykot, li Enqereyê êrîşa nijadperestî
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li gelek zanîngehên Tirikyeyê ders hatin boykotkirin û çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.