ROJANE
Hemû Nûçe
-
Milîsên Jin ên Agir û Rojê malpera MÎT’ê hack kirin
Malpera fermî ya MÎT’ê ji aliyê Milîsên Jin û Rojê ve hate têkbirin. -
Heya azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, wê têkoşîn bidome
Weke heval Viyan Soran gotiye em ê ti carî nehêlin agirê ocaxa Rêber Apo sar bibe. Heya azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike. Girêdana me ya bi Rêber Apo re heya dawiyê wê bidome. -
ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Wanê bi hezaran kes li dijî desteserkirina vînê daketin qadan
Li Wanê bi hezaran kes di çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hat lidarxistin de li dijî desteserkirina vînê meşiyan. -
Berxwedana li Wanê didome: Şarederî ji bo me kolan e, gel e!
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çalakiya protestokirina desteserkirina şaredariya Wanê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî desthilatdariya otorîter lihevkirina bajaran a herî berfireh ava bikin û got, “Şaredarî ji bo me kolan e, gel -
Bakirhan: Gelê Wanê xwediyê vir in hûnê biçin!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di çalakiya şermezarkirina desteserkirina îradeya gelê Wanê de axivî û got, “Gelê Wanê xwediyê vir in. Hûnê ji vir biçin, qeyûmên ku dizî û gendelî dikin wê biçin.” -
Ji yekîneyên YCWK Wanê çalakiyên 15’ê Sibatê
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) da zanîn ku bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li gelek taxên Wanê çalakî li dar xistine. -
ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berxwedana li taxên Wanê: Qeyûm bicehime!
Gelê Wanê li hemberî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li taxan bi vêxistina agir nerazîbûnên xwe nîşan dide. -
Darbeya qeyûman a li Wanê hat protestokirin
Li gelek bajaran desteserkirina îradeya gelê Wanê hat protestokirin û gotin, "Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm a ku bi zîhniyeta derbeyê vîna gelê Wanê desteser kir, bisekinin." -
Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Li Stenbolê komploya 15’ê Sibatê ji aliyê jinan ve hate protestokirin. Di çalakiyê de komplo hate şermezarkirin û jinan dan zanîn ku ew ê piştgiriyê bidin her pêngaveke Rêber Apo. -
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo, li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hate protestokirin. -
Hat xwestin ku girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hate xwestin ku girtiyên nexweş Cemîl Îvrendî û Emrah Nebîoglû bên berdan. -
Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî darbeya qeyûm da
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got, wê hesabê vê were pirsîn. -
Xizmên windayan li 3 navendan çalakî lidar xistin
Xizmên windayan û ÎHD’ê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin li Amed, Êlih û Îzmîrê hatin ba hev û çalakî lidar xistin. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rêya rast a ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û îradeya demokasî û aştiyê zindî bike, rakirina pergala Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêkan e. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê li dijî darbeyê li ber xwe bidin!
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin û gotin, ew ê bi gel re li ber xwe bidin. -
Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995’an de li Stenbolê ji aliyê dewleta Tirk ve hat binçavkirin û piştre bi êşkenceyê hate qetilkirin, hatin ba hev. -
CHP: Îradeya gelê Wanê hatiye desteserkirin
Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da. Gunaydin got, “Ya girîng nexşerê û helwesta hevpar a hêzên demokrasî û muxalefetê ye.” -
Îmamoglû bertek nîşanî darbeya qeyûm da
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got, “Bi biryarên dadgehê û tewanbariyên ciyawaz dûrxistina ji kar an jî girtina şaredaran li dijî demokrasiyê ye.” -
Car din cezayê îdamê li Şerîfe Muhammedî hate birîn
Komîteya Parastina Şerîfe Muhammedî ragihand ku di 13’ê Sibatê de car din cezayê îdamê li girtiya siyasî Şerîfe Muhammedî hate birîn. -
Zeydan: Darbekar dê winda bikin, gel dê bi ser bikeve
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî waliyê mêtinger hat tayînkirin, got “Darbekar dê winda bikin, gel dê bi ser bikeve.” -
DEM Partî: Em ê li hemberî darbeya qeyûm serî netewînin
DEM Partî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tayînkirina qeyûm nalet kir û got, “Em ê li dijî zîhniyeta qeyûmperest a hewl dide îradeya gelê Wanê desteser bike, bisekinin. Şaredarî ne yên derbekaran, yên gel in.” -
YRD’ê belgesela ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’ weşand
YRD’ê belgesela ‘Nêrçîrvanê Heqîqetê’ weşand. Di belgeselê de êrîşa ku hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de li dijî hemû gelê Kurd pêk anî, bi hemû aliyên wê ve tê deşîfrekirin û bal tê kişandina ser pêşketina gel û PKK’ê ya bi hev re. -
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi hilbijartin û berxwedanê bi ser ket hate desteserkirin û weliyê mêtinger weke qeyûm hate wezîfedarkirin.