Rûniştinên Kongreya Xwecihî û Herêmî ya 2025’an a Konseya Ewropayê dest pê kir

Şandeya DEM Partiyê ji bo civînên kongreyê hat Strasbourgê, bi Raportorên AK-YBK'ê yên Tirkiyeyê David Eray û Bryony Rudkin û şandeyên Îtalya û Swêdê re hevdîtin pêk anî.

Kongreya Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê, ji bo rûniştinên yekemîn a sala 2025’an li Strasbourgê civiya.

Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya rûniştinan de hat bajêr. Hevşaredara Çinarê, endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û di heman demê de endama şûngir a Meclisa Rêveberiya Xwecihî ya Konseya Ewropayê Kader Ûzûn, Hevşaredara berê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, akademîsyen Sarah Glynn û nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay di şandeyê de cih digirin.

Şandeyê di nava rojê de gelek hevdîtin pêk anî.

Raportorên AK-YBK'ê yên Tirkiyeyê David Eray û Bryony Rudkin û şandeyên Îtalî û Swêdê bi nûnerên DEM Partiyê re hevdîtin kirin û di hevdîtinê de mijarên krîtîk hatin destgirtin. Di rojeva şandeyê de mijarên wek tayînkirina qeyûman, desteserkirina vîna gel û zextên li ser rêveberiyên xwecihî hebûn. Di hevdîtinan de hat destnîşankirin ku divê ev pirsgirêk li Konseya Ewropayê bên çareserkirin.