Li Stenbolê 64 kes ji ber çalakiyên protestoyî hatin girtin

Ji 206 kesên ku bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûne, hatibûn binçavkirin 64 kes jê hatin girtin.

Çalakiyên protestoyî yên ku ji 19’ê Adarê ve didomin, di nava wan de rojnamevan, xwendekarên zanîngehê û nûnerên partiyên siyasî jî hene gelek kes hatin binçavkirin.

206 kesên bi îdiaya “Qanûna xwepêşandan û meşan binpê kirine” hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin 64 kes hatin girtin, cezayê hepsa malê dan 7 kesan. Îfadedayîna binçavkiriyan hîn jî didome.

Endamên Partiya Çep Yagmûr Gundogan, Ûtkû Ozay, Ûfûk Demîrbîlek û Fatih Atlay, Serokê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) yê Stenbolê Ahmet Dîncel û endamê Meclisa Partiyê yê TKP’ê Arda Haciyûsûfoglû jî di nav de 6 endamên TKP’ê, endama MYK'ê ya Ciwanên Kedê Selînay Ûzûntel, nûçegihanê AFP'ê Yasîn Akgul, nûçegihanê wêneyan ê ÎBB’ê Kûrtûlûş Arî, nûçegihanê NOW'ê Alî Onûr Tosûn, rojnamevan Zeynep Kûray, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam û Bulent Kiliç hatin girtin.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir ji 19’ê Adarê û vir ve hezar û 418 kes hatine binçavkirin.