Ozel: Em nasekinin, em ê timî wan bitirsînin

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê girtî. Ozel got, “Em nasekinin, em ê timî wan şaş bikin, bitirsînin û em ê hîn xurttir bibin.”

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê ku li Girtîgeha Marmarayê girtî ye.

Ozel piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyanî da û got, “Em di sala 2025’an de ne, mixabin em li Sîlîvriyê ne. Ji ber vê rewşa ku niha Tirkiye di nav de ye, ez li ser navê yên Tirkiyeyê bi rêve dibin şerm dikim.”

Ozel ji bo 19’ê Adarê got, ‘hewldana darbeyê ya li dijî sivîlan’ û destnîşan kir ku ev hewldan ‘ji aliyê gelê ve hate astengkirin.’

Ozel anî ziman ku ‘di rûyê Erdogan de tirs tê dîtin’ û got, “Şoreşa demokrasiyê sîstema antî demokratîk a Erdogan, têk biriye.”

Ozel bang li AKP û MHP’iyan jî kir û wiha got: “Di vê cejnê de em ê bi hilbijêrên AKP’î û MHP’î re cejnê pîroz bikin. Lê em cejna Enqereyê pîroz nakin. Ma em ê çi cejna vê kûmpasa desthilatdariyê pîroz bikin. Gelo ma wê şekirê cejnê Akin Gurlek bide me? Em nasekinin, em ê timî wan şaş bikin, bitirsînin û em ê hîn xurttir bibin.”