Li gelek zanîngehan boykot, li Enqereyê êrîşa nijadperestî

Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li gelek zanîngehên Tirikyeyê ders hatin boykotkirin û çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li Enqereyê xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU), Zanîngeha Enqereyê, Zanîngeha Bîlkentê, Zanîngeha Yildirim Beyazit, Zanîngeha Hacettepeyê û Zanîngeha Başkentê ders boykot kirin û meş lidar xistin.

Li ODTU'yê xwendekar heta ber rektoriyê meşiyan û çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê jî komek ji nijadperestan êrîş birin ser xwendekaran ku daxuyaniya boykotê didan. Xwendekar piştre bi komî ji kampusê derketin û heta Tandoganê meşiyan.

Li Îzmîrê jî xwendekarên Zanîngeha Egeyê li ber xwaringeha li kampusa bingehîn li hev kom bûn û ber bi Qada Şahî Merasîmê ve meşiyan. Xwendekaran banga boykota akademîk kirin. Piştî çalakiyê forûmek hate lidarxistin.