Konseya Ewropayê bertek nîşanî girtina Îmamoglû da
Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê Marc Cools biryara girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi tundî şermezar kir û xwest demildest bê berdan.
Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê Marc Cools biryara girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi tundî şermezar kir û xwest demildest bê berdan.
Li ser navê Kongreyê Marc Cools daxuyanî da û got, “Dema ku Îmamoglê namzetê serokomariyê yê partiya xwe bê hilbijartin, hat girtin. Ti eleqeya girtina Îmamoglû bi edaletê û siyasetê re tine ye. Ev hewldaneke li dijî yekitî û dadweriya pêvajoya hilbijartinê û êrîşeke li dijî demokrasiyê ye."
Cools bang li rayedarên Tirk kir ku van sozên xwe bi cih bînin û wiha domand: “Azadiya raman û xwepêşandanê mafekî bingehîn e û rola muxalefetê di civakek demokratîk girîng e.”
Cools anî ziman ku ew ê rewşê ji nêz ve bişopînin û da zanîn ku di rûniştina 48'emîn a ku dê di 27'ê Adarê de li Strasboûrgê bê lidarxistin de mijara şaredarên li Tirkiyeyê yên ji peywirê hatine dûrxistin wê weke mijareke lezgîn bê nirxandin. Di vê rûniştinê de wê rewşa Îmamoglû û dozên bi vî rengî werin nîqaşkirin.