ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hem lêgerîna tazî li ser Eman hat ferzkirin û hem jî hat sirgûnkirin
Hat zanîn ku girtiyê bi navê Baran Eman ê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Çarşemê ya Semsûrê hat kirin, rastî lêgerîna tazî û şîdetê hat. -
‘Em têkoşîna hevpar li dijî qeyûm bilind bikin!’
Li ber Şaredariya Akdenîzê darbeya qeyûm hate protestokirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan banga geşkirina têkoşîna hevpar da. -
Ji bo Mubarîz, Maltu, Ertak û Tepe yên hatine qetilkirin, kom bûn
Malbatên windayan û endamên ÎHD’ê, ji bo Kemal Mubarîz, Mehmet Şîrîn Maltu, Mehmet Ertak û Ferhat Tepe yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine qetilkirin, kom bûn. -
Rozerîn Kurt a ku tehliyeya wê 5 caran hatibû taloqkirin hat berdan
Girtiya bi navê Rozerîn Kurt a ku tehliyeya wê 5 caran hat taloqkirin, serbest hat berdan. Rozerîn Kurt got, “Em nikarin pêkanînên li girtîgehan ji tecrîda Îmraliyê qut bigirin dest.” -
Dayik ji bo Tuysuz ê berî 46 salan hatî revandin, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Bedirhan Tuysuz ê berî 46 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatî revandin, hatin ba hev. -
Li Rojhilat kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Çileyê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûne. -
Îmrek: Desthilatdarî dixwaze muxalefetê belav bike
Endamê Meclîsa DEM Partiyê Ender Îmrek anî ziman ku tiştên ku di van demên dawî de diqewimin divê weke êrîşa topyekûn a li hemberî muxalefetê were dîtin û destnîşan kir ku divê muxalefet li hemberî vê yekê têbikoşe. -
'Têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e'
Pîrê Ocaxa Sînemîliyan Suleyman Deprem da zanîn ku Tirkiye kaosa li Sûriyeyê bikar tîne, dijminatiya gelê Kurd dike û ji ber felsefeya jiyana komunal jî dijminatiya Elewiyan dike û got ku têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e. -
ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevanên hatin tehliyekirin: Em ê têkoşîna Naziman bi serkeftinê tacîdar bikin
Rojnamevanên ku hatin tehliyekirin peyama, “Em ê têkoşîna ku Cîhan û Naziman hiştine bi serkeftinê tacîdar bikin” dan. -
Ji ber stranên Kurdî gotiye hat girtin
Hunermendê Kurd Mazlûm Akpolat, ji ber stranên Kurdî gottiye 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hate girtin. -
Ayşegul Dogan: Çareserî dê bi têkoşîn û hevkariyê pêk were
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê anî ziman ku ew ê çareseriyê ji bextê desthilatdariyê re nehêlin û diyar kir ku çareserî dê bi hevkarî û têkoşînê pêk were. -
7 rojnamevan û 2 siyasetmedar hatin berdan
7 rojnamevan û 2 siyasetmedarên ku bi hinceta tevlîbûna çalakiya protestoyî hatibûn binçavkirin, hatin berdan. -
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin kir
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan serdana girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê kir. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a dîlgirtî diyar kir ku ew ê li pişt perspektîfên çareseriyê yên Rêber Apo bin. -
Destpêkê cezayê girtîgehê, piştre biryara berdanê
Di doza Dadgeha Cezayê Giran a 24’an a Stenbolê de, bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê” salek û 13 meh cezayê girtîgehê li parêzer Dîlek Ekmekçî hate birîn. Dadgehê, piştre biryara berdana Ekmekçî da. -
Ji bo kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' bang hate kirin
Li Edeneyê ji bo kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' bang hate kirin û hate ragihandin ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd aştî nabe. -
Îmamoglû têkildarî 2 lêpirsînan îfade da
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî 2 lêpirsînan de îfade da. -
Di panela Elewiyan de peyama Rêber Apo hate eşkerekirin: Ez ji bo hemû gelan dixebitim
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li panela 'Elewî li ser aştiyê diaxivin' anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Ji bo temsîliyeta hemû gel û baweriyên cihêreng dixebitim." -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Hevserokê KNK’ê Karamus: Kurd divê bibin yek
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus diyar kir ku Kurd divê li Rojava bibin yek, ji dervey vê ti alternatîfa wan tune ye û got, yekîtî ji bo Kurdan neçarî ye. -
ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm hat protestokirin
Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm a desthilatê bi daxuyaniyan hat protestokirin. -
Di nobeta li dijî desteserkirina vînê de berxwedana Tişrînê hate silavkirin
Gel li ber Şaredariya Sêrtê ya hatî desteserkirin kom bûn û berxwedana Tişrîn silav kirin û peyama “Gelê Kurd wê têkneçûnê nîşanî her kesî bide” dan. -
Omer Ocalan: Bila çav û guhê her kesî li Rojava be
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên aştî û çareseriyê ya Kurdan û ev bang kir, “Bila çav û guhê her kesî li Rojava be.” -
Dayika Hevrîn Xelef: Bila kujerê keça min bê darizandin
Dayika siyasetmedara Kurd û Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa xwest, lîderê çeteya Ehrar El Şerqiye Hatîm Ebû Şeqra ku kujerê keça wê ye, ji Sûriyeyê bê derxistin û bê darizandin.