Li Enqereyê çalakî dewam dikin
Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî girtina Îmamoglû destpê kirin, bênavber dewam dikin. Li Enqereyê polîsan êrîş birin ser çalakiyan û gelek kes binçav kirin.
Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî girtina Îmamoglû destpê kirin, bênavber dewam dikin. Li Enqereyê polîsan êrîş birin ser çalakiyan û gelek kes binçav kirin.
Xelkê Taxa Blokên Karkeran (100. Yil) bi armanca şermezarkirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû li taxê li hev kom bû û bi dirûşman meşiya.
Çalakgeran bi dirûşmên li dijî faşîzmê rê li trafîkê girtin. Polîsan êrîş birin ser çalakgeran ku dixwestin ber bi qada Tandoganê ve bimeşin. Di encamê de gelek kes hatin binçavkirin.
Gelek kes jî ji ber fîşekên plastîk ên polîsan birîndar bûn û hatin binçavkirin.