ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şerîfe Mihemedî: Hêzên Îranê êşkence li min kirin
Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya ku li girtîgeha Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, diyar kir ku hêzên Îranê êşkence lê kirine û got, “Nabe mirov di nava xem û perîşanî de bijî û çok dayne, divê mirov bi hêvî bijî.” -
DEM Partî: Rojnamevanên li pey heqîqetê nemir in
Komîsyona Propaganda û Weşanê ya Çapemeniya DEM Partiyê, bi wesîleya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Hatine Kuştin daxuyanî da û got, “Rojnamevanên li pey heqîqetê nemir in.” -
Rojbûna Rêber Apo li Ermenistanê hat pîrozkirin
Li paytexta Ermenistan Erîvanê 76'emîn rojbûna Rêber Apo bi şahiyekê hat pîrozkirin. -
Ozel di Lijneyê de axivî: Rewatiya Erdogan nîne
CHP’ê 21’emîn Lijneya Awarte li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqereyê lidar xist. Serokê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku Erdogan bûye serokekî cuntayê û êdî rewatiya xwe ji dest daye. -
‘Divê tavilê ji bo Abdullah Ocalan şert û merc bên avakirin’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, “Li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Çi dibe bila bibe divê tavilê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad bên avakirin.” -
JinNews: Di meha Adarê de herî kêm 24 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên JinNews’ê, di mehekê de herî kêm 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û zarokek bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Li Nisêbînê di stargeha dêrê de bi sedan kilox
Li gundê Arbo yê Suryanan ê li navçeya Nisêbînê stargehek hate dîtin û di stargehê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin. -
ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê daxwaza azadiya girtiyan hate kirin
Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê di çalakiyên ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hate xwestin ku girtiyên nexweş Emre Erdem, Resul Kocaturk û Mehmet Salîh Fîlîz serbest bên berdan. -
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku ji faîlan hesab were pirsîn. -
Dayikên Şemiyê berpirsyartiya Erdogan bi bîr xistin
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Talat Turkoglû yê di bin çavan de hatî windakirin, pirsîn û ji bo windayan berpirsyartiya desthilatdariyê bi bîr xistin. -
Li Îranê di sê mehên destpêkê yên salê de 230 kes hatin darvekirin
Dewleta Îranê di sê mehên destpêkê yên sala 2025’an de li Rojhilatê Kurdistanê û seranserî Îranê 230 kes darve kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di nava kesên hatine darvekirin de 8 jin jî hene. -
3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo: Ji têkoşînê ber bi diyalogê ve
Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo di navbera 4-10’ê Nîsanê de bi beşdarbûna bi sedan sazî û koman li pênc parzemînan û li dehan bajaran çalakiya 3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo ya Cîhanî hate lidarxistin. -
MKG’ê: Zextên li dijî rojnamevanan zêde dibin
MKG’ê rapora meha Adarê eşkere kir û ragihand ku zextên li dijî rojnamevanan zêde dibin û li girtîgehê 10 rojnamevanên jin girtî ne. -
Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî wê li Romayê di konferansê de bê nîqaşkirin
Paşeroj, îro û pêşeroja pêngava ji Rêber Apo re azadî, wê di 11-12’ê Nîsanê de li paytexta Îtalya Romayê bi konferanseke navneteweyî were nîqaşkirin. -
Hejmara 519’an a rojnameya Serxwebûn derket
Hejmara 519’an a rojnameya Serxwebûn banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir manşet. -
‘Lihevkirina Bajêr’ di navîna meseleyê de cih digre
Nivîskar û Lêkolîner Azîz Tûnç got ku ne rasthatin ‘Lihevkirina Bajêr’ di lêpirsîna ÎBB’ê de bûye mijarê sûcdarkirinê û got di navîna meseleyê de cih digre. -
ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Rojbûna Rêber Apo li Amarayê hat pîrozkirin
Piştî meşa girseyî ya ji Xelfetiyê ber bi Amarayê ve, li mala ku Rêber Apo lê jid ayik bûye, pîrozbahî hat lidarxistin. Di panela hatî lidarxistin de jî wiha hate gotin, “Em ê civaka demokratîk bi hev re ava bikin.” -
Li navçeyên Stenbolê bi wesîleya 4’ê Nîsanê dar hatin çandin
Li gelek navçeyên Stenbolê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo dar hatin çandin û govend hate gerandin. -
Li Behra Egeyê du botên penaberan binav bûn: 16 penaberan jiyana xwe ji dest dan
Li Behra Egeyê ya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de du botên penaberan binav bûn û di encamê de 16 penaberan jiyana xwe ji dest dan. -
Fûat Kav: Beşeke di nava dewletê de naxwaze pirsgirêk çareser bibe
Fûat kav diyar kir ku têkildarî pêvajo û diyalogê beşeke di nava dewletê de qanih nebûye û naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe û got ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê şert û mercên Rêber Apo werin sererastkirin. -
ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Jinan 4’ê Nîsanê bi pêxistina 76 meşaleyan pîroz kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi wesîleya 76'emîn rojbûna Rêber Apo li qada festîvalê 76 meşale pêxistin. -
Elewiyên xwestin heta Wezareta Edaletê bimeşin hatin astengkirin
PSAKD'ê ji bo kesên li Madimakê hatin qetilkirin, ”Nobeda Edaletê" ya 33 rojan dabû destpêkirin, di roja dawî de xwest heta Wezareta Edaletê bimeşin. Meş ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.