ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyên PAJK û PKK’yî: Em her derê bikin qada berxwedanê
Girtiyên PAJK û PKK’yî ji bo xurtkirina destê Rêber Apo bang kirin ku her derê veguherînin qada berxwedanê û ji bo mezinkirina pêngava azadiyê soza bilindkirina têkoşînê dan. -
ROJEVA 15'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Konseya Bajêr a Wanê banga berxwedana li hemberî desteserkirinê kir
Li Wanê Desteya Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr civînek li dar xist û banga berxwedana li hemberî desteserkirina şaredariyê hate kirin. -
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî ‘êrîşkarên li ser medyaya dîjîtal’ da
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî ‘êrîşkarên li ser medyaya dîjîtal’ da û diyar kir ku hin derdorên tarî dixwazin daxuyaniya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun krîmînalîze bikin. -
Li Osmaniyeyê Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr û 2 kesên din hatin binçavkirin
Li Osmaniyeyê Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajêr Celal Eker û 2 kesên din hatin binçavkirin. -
Li Sêrt û Rihayê piştgiriya ji bo berxwedana Wanê
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li Sêrt û Rihayê çalakî hatin lidarxistin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin. -
DEM Partiyê xalên sereke yên aştî û demokrasiyê diyar kir
Meclîsa DEM Partiyê, di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de ku di 12’ê Sibatê de hatibû lidarxistin xalên sereke yên aştî û demokrasiyê diyar kir. -
Ji OHD'ê 2 parêzer hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê de li Mersîn û Stenbolê parêzerên OHD'yî Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya hatin binçavkirin. -
Li Îzmîrê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, avêtin ser Mala Hunerê ya Jîn Artê. Gelek rêveberên DEM Partî û DBP’ê jî hatin binçavkirin. -
ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berdana Karataş ê 31 sal girtî ye dîsa hat taloqkirin
Ramazan Karataş ê ku 31 sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê girtin, cara 4’emîn e berdana wî tê taloqkirin. -
Pervîn Bûldan serdana Demîrtaş û Mizrakli kir
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kir. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên tecrîdkirî serlêdaneke nû kirin. -
Li Kerboran û Ceyhanê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê herî kêm 4 kes, li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî kesek di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Milîsên HBDH’ê otomobîl û mînîbuseke faşîstan dan ber agir
Milîsên Fikrî Baygeldî yên HBDH’ê li Bûrsayê otomobîl û mînîbusek faşîstan dan ber agir. -
Ji Qibrisê heta bi Efrînê heman stratejî: Mêtingerî
Aktîvîstê siyasî yê ji Qibrisê Oz Karahan got, "Tirkiye çawa ku li Qibrisê kir, li Sûriyeyê jî hewl dide bi rêya hevkarên xwe yên xwecihî xwe mafdar nîşan bide. Lê belê yê ku sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dike Tirkiye bi xwe ye." -
ROJEVA 13'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeda li Wanê bi coşeke mezin berdewam dike: Em ê rê nedin dagirkeran
Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal di nobeda li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê axivî û got: ‘’Bila dagirker bizanibin ku em ê teqez ser bikevin.’’ -
Cezayê li Zeydan hatiye birîn li Amedê hat protestokirin
Cezayê ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn li Amedê hat protestokirin û hate destnîşankirin ku desthilatdariya AKP’ê bi zext û bêhiqûqiyan nikare dengê gelekî qut bike. -
Li Mersînê piştgirî ji gelê Wanê re hate dayin
Li navçeya Akdenîz a Mersînê çalakiya nobedê ya li dijî desteserkirina şaredariyê ji 14'ê Çileyê û vir ve dewam dike. Di çalakiyê de cezayê girtîgehê yê li Abdullah Zeydan hatiye birîn hate şermezarkirin. -
Rojnamevan Samî Yilmaz hate binçavkirin
Rojnamevan Samî Yilmaz li Mersînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. -
Li Salîhliyê qirkirina siyasî: 18 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê, di operasyonên qirkirina siyasî de 18 kes hatin binçavkirin. -
Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê û 7 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. -
PKK: Em 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan bikin Roja Azadiyê
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da û bang li her kesê kir ku qadan tejî bikin û 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan bikin Rojava Azadiyê.