Li Enqereyê herî kêm 30 xwendekar hatin binçavkirin
Li Enqereyê di serdegirtina malan de bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûne herî kêm 30 xwendekar hatin binçavkirin.
Li Enqereyê di serdegirtina malan de bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûne herî kêm 30 xwendekar hatin binçavkirin.
Bi hinceta boykotkirina dersan û tevlîbûna li çalakiyên şermezarkirinê yên li Kizilayê ku li hemberî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate lidarxistin, operasyonên binçavkirinê hatin meşandin.
Di serdegirtina malan de 30 xwendekar hatin binçavkirin. Xwendekarên hatin binçvakirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.