Di 6 rojan de 172 kes hatin girtin
Ji hezar û 418 kesên ku di 6 rojên dawî de hatin binçavkirin, 172 jê hatin girtin.
Ji hezar û 418 kesên ku di 6 rojên dawî de hatin binçavkirin, 172 jê hatin girtin.
Çalakiyên protestoyî yên bi binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re dest pê kirin, didomin. Di nava 6 rojên dawî de hezar û 418 kes hatin binçavkirin, ji wan 172 kes hatin girtin. Her wiha 29 kes bi kontrola edlî hatin berdan û biryara hespa malê dan 6 kesan û kesek jî serbest hat berdan.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ragihand ku ji 19’ê Adarê vir ve di çalakiyên protestokirina girtina Îmamoglû de bi giştî hezar û 418 kes hatine binçavkirin.