Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê lêpirsîn hat destpêkirin
Hate ragihandin ku Waliyê Enqerê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê bi îdîya ‘zirara cemeweriyê’ lêpirsîn daye destpêkirin.
Hate ragihandin ku Waliyê Enqerê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê bi îdîya ‘zirara cemeweriyê’ lêpirsîn daye destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê (ABB) di daxuyaniya xwe de ragihand ku Waliyê Enqerê bi hinceta "zirara cemaweriyê" der barê şaredariyê de lêpirsîn da destpêkirin.
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û tayînkirina qeyûman ji bo hin şaredariyan ev lêpirsîn destpê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, ragihand ku çalakiyên çand û hunerê yên di salên 2021-2024'an de hatin lidarxistin, ji aliyê mufetîşan ve hatine lêkolînkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di encama vê lêkolînê de ji bo 97 konseran bêhiqûqiyek nehat tespîtkirin û ji bo van çalakiyan destûra lêpirsînê nehat dayîn. Lê belê biryar hat dayîn ku bi hinceta zerar dane cemaweriyê, der heqê 33 konseran de lêpirsîn were vekirin. Ev lêkolîn beriya niha jî ji aliyê Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê û Wezareta Karên Hundir ve hatibûn kirin û tespîteke neyînî nehatibû kirin. 9 xebatkarên şaredariyê ji bo îtiraza biryarê wê serî li dadgehê bidin.”