ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê bêne şopandin.

Alîkarê Serokwezîrê Eyaleta Hessenê Kawa Mansouri û Parlamenterê Federal Armand Zorn Newroza gelê Kurd pîroz kirin. Zorn banga dîrokî ya Rêber Apo weke 'gaveke wêrek' pênase kir û got, divê hikumeta Tirk bi berpirsyariya xwe rabe.

Li Kurdistanê wê çalakiyên bi wesîleya Cejna Remezanê û serdana şehîdgehan bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Rojnamevan Bahot Baloch işaret bi têkiliya dîrokî ya gelê Belûc û Kurdan kir, ku ji sala 1948'an û vir ve li hemberî Pakistanê bi berxwedanê têkoşîna parastina nasnameya neteweyî dimeşînin û bang li gelên bindest kir ku bibin dengê gelê Belûc.