PÎK'ê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

PÎK'ê Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî.

Bi navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Serokê Giştî Hîkmet Serbilind ji ber salvegera 78'an a darvekirina Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 31'ê Adara 1947'an de serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve hatin darvekirin û hate ragihandin ku ew Qazî Mihemed û hevalên wî ji bîr nakin.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Wekî Şehîd Qazî Mihemed gotî: Ey milletê min ê mazlum! Dijminiya hevdu nekin, pişta xwe bidin hevdu, li dijî dijminên xwe yê zalim têkoşîn bikin û xwe bi erzanî nefiroşin dijminê xwe.

Hemû Rêberê kurdan bi qelleşî ji  terefê dijminan ve hatin qetilkirin. Azadiya her miletî bi yekitî, tifaq û hevkariyê çê dibe.

Hêvîdarim gelê Kurd ti carî bi ti îdeolojî û baweriya dijminê xwe neyên xapandin!

Em 78'mîn saliya kuştina lîder û Rêberê gelê Kurd Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemu Şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ û bi hurmet bi bîr tînin.

Hemû Şehîdên Kurdistanê serbilindî û serfiraziya me ne. Cîhê wan cennet be înşallah."