Mehmet Latîfecî yê ku 30 sal berê hatibû qetilkirin, li Samandaxê hate bibîr anîn

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari û heyeta pê re li Samandaxê Mehmet Latîfecî ya ku 30 sal berê bi bavê xwe re hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîr anîn.

Mehmet Latîfecî dema ku serokê navçeya Partiya Demokrasiyê (DEP) bû, bi bavê xwe Yahya Latîfecî re di 30’ê Adara 1995’an de li Samandaxê hatibû qetilkirin.

Bîranîna ku di gundê Sutaşê ya Samandaxê hate kirin de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogulari, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sîvîl tevlî bûn.

Kesên ku tevlî bîranînê bûn, li ber goristinê pankarta, “Mehmet Latîfecî di têkoşîna me de dijî” vekirin û dirûşmeya, “Mehmet Latîfecî Nemir e” û “Bijî Xwîşk û Biratiya Gelan” berz kirin.

Tulay Hatîmogullari di bîranînê de axivî û wiha got, “Ez di şexsê Latîfeciyan de hemû şehîdên me yên demokrasî û azadiyê ya ku di meha Adarê de me winda kir, di huzura we de bibîr tînim. Mehmet Latîfecî şoreşger û siyasetmedarekî girîng a vê axê bû.

Mehmet Latîfecî ji aliyê çeteya Susurlukê ve hate qetilkirin. Pêşengtiyeke rast ji bo gel dikir. Ji bo pêşî li vê bigirin jî tevî bavê xwe Yahya Latîfecî hate qetilkirin. Latîfecî, Mahîr Çayan û hêj gelek şoreşgerên din bi vê sedemê hatin qetilkirin. Heta ku em alaya wan bi ser dixin dê têkoşînê mezin bikin. Ji ber vê em bang li hemû sosyalist, çepgir û hêzên şoreşger dikin ku vê eniyê hê xurtir pêş bixin.”