Berdana Kadîr Aydemîr cara 3’yan hate taloqkirin

Berdana Kadîr Aydemîr ê ku li Girtîgeha Elezîz girtî ye, cara 3’yemîn hate taloqkirin.

TALOQKIRINA TAHLIYEYÊ

Berdana Kadîr Aydemîr ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Elezîzê tê girtin, bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “poşman nebûye” cara 3’yemîn hate taloqkirin.

Berdana Aydemîr ê ku 13 sal in girtî ye, cara ewilî 26’ê Adara 2024’an ji bo 6 mehan hate taloqkirin.

26’ê Îlona 2024’an careke din jî berdana wî hate taloqkirin.

Herî dawî 27’ê Adarê jî ku wê hatiba berdan, bi heman hincetan heta 6 mehên din jî hate taloqkirin.