CÎK: Bila cejn bibe wesîleya aştî û wekheviyê

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) bi daxuyaniyekê cejna Remezanê pîroz kir û got, cejn sembola aştiya civakî û aramiyê ye.

PEYAMA CEJNA REMEZANÊ

CÎK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke nivîskî weşand. Di peyamê de ev tişt hate destnîşankirin: “Cejn îfadeya berpirsyariyên Misilmanan û şukra ji bo Xwedê ye. Sembola hesreta mirovan a ji bo aştiya civakî û aramiyê ye.”

CÎK’ê daxwaza xwe ya ji bo cîhaneke ku gelê Kurd û hemû gelên din di nava aştî, wekhevî û edaletê de lê bijîn destnîşan kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Cejna we, aştî û aramiya we pîroz be. Remezan pêvajoya îbadet û xwe paqijkirinê ye.”