DEM Partiyê seredanên cejnê pêk anîn
DEM Partiyê di çarçoveya pîrozkirina cejnê de seredana MHP û Partiya Gelecekê kir.
DEM Partiyê di çarçoveya pîrozkirina cejnê de seredana MHP û Partiya Gelecekê kir.
Seredanên ji bo DEM Partiyê ji aliyê Alîkarên Hevserokên Giştî Yuksel Mûtlû û Ozturk Turkdogan û Parlamenter Huseyîn Olan ve hatin qebûlkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Endama Meclîsa Partiyê (PM) Zeyno Bayram û Parlamenter Onûr Duşunmez çûn seredana partiyên siyasî.
Heyeta MHP’ê, bi serokatiya Sekreterê Giştî Îsmet Buyukataman seredana DEM Partiyê kir û cejn pîroz kir.
Buyukataman peyama ‘’Em dikarin bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin’’ da û Ozturk Turkdogan û Yûksel Mûtlû jî daxwaza azadiya girtiyên siyasî kirin.
Ayşegul Doganê jî di seredana ji bo MHP’ê de got: ‘’Piştî banga 27’ê Sibatê ji bo vê derfeta dîrokî divê em ya dikeve berê xwe bikin.’’
Her wiha DEM Partiyê seredana Partiya Gelecekê jî kir. Nûnerên Partiya Gelecekê diyar kirin ku ew cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin lê belê hêvîdar in ku wê pirsgirêk çareser bibin. Her du aliyan di seredanê de bal kişandin ser diyalog û demokratîkbûnê.