Pêvajoya Îmraliyê û berxwedan -V

Îmrali ji sala 1999'an ji asta girtîgehê derket û veguherî sîstema êşkence û tecrîda mutleq ku qanûnên dijminatiyê lê dihate ferzkirin.

RÊZE NIVÎSA LI SER PKK'Ê

Girtîgeha Îmraliyê piştî ku Rêber Apo dîl hate girtin 17'ê Sibata 1999'an di çarçoveya herêma qedexe de hate ragihandin. Îmrali ku Rêber Apo ji bo wê digot darbest e, êdî bû navê qirkirinê ku bi 'êşkence û tecrîdê' dihate bilêvkirin. Bi vî rengî veuherî 'sîstema qirkirinê' ku bi polîtîkaya xwe ya îzolasyon û tecrîdê ya bi salan a girtîgeha yek kesî dewam bike.

Gelê Kurd û dostên wan 16'ê Sibata 1999'an bi hêrs û hesteke mezin a tolhildanê hişyar bûbûn. Nikarîbûn bawer bikin ku Rêber Apo hatiye girtin û ew xistine Girava Îmraliyê. Afirînerê Şoreşa Kurdistanê, afirandinê îdeolojiya rizgariya jinê û damezrînerê PKK'ê Rêber Apo ji Kenyayê hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Dîmenên radestkirinê jî li televîzyonan hate weşandin. Gelê Kurd û dostên wan ku li van dîmenan temaşe kirin, daketin qad û kolanan. Çalakiyên fedaî, çalakiyên bêîteatiya sivîl, daxuyanî li pey hev diqewimîn. Du rojên destpêkê yên piştî komployê Konserya Serokatiyê ya PKK'ê wê daxuyaniya destpêkê bida. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Peyama partiya me û ggelê me gelekî eşkere ye; Bêyî Apo PKK, bêyî PKK'ê jî çareseriya Kurd wê ti carî û di nava ti şert û mercî de pêk neyê. PKK, rêxistinên ser bi wê ve, gelê me yê welatparêz xwedî berdevkekî bi tenê ne, xwedî siyasetmedar û muxatabekî bi tenê yê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e, ew jî Serok Apo ye. Ji bilî wî, hemû rêxistin û gelê me fedaiyê vî Rêbertî ne. Yên ku hewl didin têkiliyê bi partiya me û gelê me re dînin bila têkiliyê bi Serok Apo re dînin. Yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin divê bi Serok Apo re çareser bikin. Ji bilî vê yekê çareserî û muxatab nîne û belasebep be ku li muxatabekî cuda bigerin. Partiya me, artêşa me û her endamên eniya me, her mirovekî Kurd ê welatparêz heta dawiyê bi vê rastiyê ve girêdayî ne. Û heta çareseriyeke bi vî rengî pêk were, wê tenê weke fedaiyekî bijîn û erkên xwe yên fedaîtiyê bi cih bînin."

Rêber Apo di Parêznameya 5'emîn de pêvajoya Îmraliyê bi taybetî nirxand û got, "Operasyon ji destpêkê ve di bin berpirsyariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û berpirsyariya siyasî ya Yekîtiya Ewropayê de ji aliyê Gladio ya NATO'yê ve hate meşandin. Ev hersê nîşane (Daxuyaniyên şêwirmendê taybet ê Serokê DYE'yê Clinton şefê general Galtieri, nêzîkatiyên rayedara ji Komîseriya Siyasî ya Yekîtiya Ewropayê û rola şefê Fermandariya Hêzên Taybet ên Tirk Engîn Alan) vê rastiyê radixin pêş çavan. Ev pêvajo ji rastiyê gelekî cudatir dihate nîşandan. Bi israr atmosfereke welê dihate afirandin, weke ku hikumeta Tirk zextê dike û encamê werdigire. Gotina Serokwezîr Bulent Ecevît ku gotibû, çima ez girtin û radestî Tirkiyeyê kirin fêhm nekiriye, vê îdîaya min piştrast dike.

KÛRKIRINA ŞERÊ KURD-TIRKAN

Ji bo min sîstemeke welê ava kiribûn ku DYE li pişt bû û Yekîtiya Ewropayê jî kontrol dikir. Yê ku ev sîstem amade kir Îngilistan bû, ya ku bû para Tirkan jî bicihanîna wê bû. Ji bo karibim pêvajoya Îmraliyê analîz bikim, diviyabû xwedî wê hişmendiyê bûma ku nakokiyên berjewendiyên heyî yên bi bingeha dîrokî fêhm bikim. Di nava hesabên komployê yên sîstema hegemonîk de yek ji xusûsên ku divê mirov gelekî lê baldar bin ew e ku nebin amûrek ji polîtîkaya 'parçe bike û bi rê ve bibe' ku bi hostatî hatiye amadekirin û di du sedsalên dawî de li herêmê tê bicihanîn. Bi taybetî di şerê Kurd-Tirkan de ji bo berjewendiyên van hêzan neyên bikaranîn. Ev yekîtiya ku ji Şerê Malazgîrtê û vir ve girîngiya xwe ya stratejîk her tim parastiye, bi taybetî ji sala 1925'an û pê ve bi polîtîkaya îmha û înkarê hate beralîkirin. Dema ku pêvajoya înkar û tasfiyekirina vê hêmana eslî ya komarê bê lêkolîn û bi felsefeya dîrokî bê şîrovekirin, wê bê dîtin ku êrîş li ser vê yekîtiya stratejîk hatiye kirin. Zexta Îngilizan û dûvikê wan a li ser Mûstafa Kemal yek ji gavên girîng ên komployê bû. Di rêveberiya kevneşop a Tirk de, di felsefeya wê de dijminatiya li Kurdan, asîmîlasyonkarî nebû. Ev dijminatî bi armancên taybet hate afirandin. Bûyerên di dema raperînan û piştî wê de qewimîn vê rastiyê piştrast dikin. Ya ku li Îmraliyê gelekî bala min kişand û kir ku ku li ser bifikirim, ev rewş bû ku di felsefeya min a polîtîk de guhertinên bingehîn pêk anî."

JI KONSEYA SEROKATIYÊ DAXUYANIYEKE DIN

Rêber Apo ji aliyekî ve hewl dida deriyê pêvajoya aştî û diyaloggê veke, li aliyê din jî digot, 'Divê azadiya gelê Kurd bê dayin û rêya jiyana bi hev re bê peydakirin'. Di wê dema dîrokî de Konseya Serokatiyê ya PKK'ê daxuyaniyeke din dabû. Daxuyanî bi vî rengî bû: "Her daxuyanî û gotinên Rêbertiya Partiya me bi têkiliya yekser a bi gelê me û partiya me re dike, ji bo me fermanek e, talîmatek e. Heta ku têkiliya xwe bi Partiya me û gelê me re hebe, wê her analîz û talîmatên Rêbertiya Partiya me bi cih bêne anîn. Eger têkiliya Rêbertiya Partiya me bi partî û gel re bê qutkirin, ti gotinên bi navê Serok Apo bêne gotin wê me û Rêbertiya me eleqedar neke, derbasdar nebe. Em ê vê rewşê qebûl nekin."

XELEKA JI AGIR A BEDENAN

Gelê Kurd û dostên wan nerazîbûneke mezin li hemberî Komploya Navneteweyî nîşan dabûn. Yên ku bedena xwe dan ber agir, wê mîrateyeke fedaî ya mezin li pey xwe bihiştina ku Kurdistana tarîtî lê dihate ferzkirin ber bi ronahiyê ve dibirin. Bi armanca şermezarkirina dîlgirtina Rêber Apo û tecrîda giran zêdeyî 100 PKK'yî û welatparêzên şoreşger gotin 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û bedena xwe dan ber agir. M. Halît Oral ê PKK'yî di civîna 8'ê Cotmeyê ya bi hevalên xwe yên dîlgirtî yên din re kir pirsî bû 'Li hemberî Rêberê me êrîşeke gelekî berfireh heye, divê tiştek were kirin, ez gelekî kûr dibim, divê tiştek bê kirin, lê çi?' û heman şevê biryara çalakiyê wergirtibû. Çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' piştî ku Mehmet Halît Oral ê li girtîgeha li Mereşê dihate ragirtin şeva 9'ê Cotmeha 1998'an bedena xwe da ber agir, destpê kirin. Xeleka ji agir bi lez li tevahiya Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê belav bû. Heta 15'ê Sibata 1999'an di serî de çar parçeyên Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê, li Rûsya û Kafkasyayê zêdeyî 100 kesî bedena xwe dan ber agir.

DIVÊ DAWÎ LI ÇALAKIYAN BÊ ANÎN

Rêber Apo 19'ê Mijdara 1998'an daxuyaniyek da û ev bang kir. "Rojên dawî çalakiyên şewitandina xwe dewam dikin, herî dawî li girtîgehan 8, li Rûsyayê 2 (Yek jê şehîd bû), li Elmanyayê yek û îro jî li Romayê hevalekî me yê gelekî hêja bedena xwe dan ber agir. Bi taybetî ji ber vê çalakiya li Romayê ku gelê me bi her awayî germahiya xwe nîşan da, ez careke din bang dikim, çalakiyên xweşewitandinê û dawîanîna li jiyana xwe divê teqez bi dawî bibin, dixwazim ev yek tavilê bi dawî bibe. Bi hemû kesayetiya xwe dilsoziya bi me re û lehengiyê silav dikim. Lê belê dilsoziya bi me re divê ji niha û pê ve teqez bi çalakiyên xweşewitandinê nebe, weke fermanekê dibêjim, divê ev çalakî tavilê bi dawî bibin. Ez ji her alî ve baş im, dilsoziya we coşê dide min û nêzîkbûna azadiyê radigihînim. Li ser vê bingehê ev hewldanên dawîanîna li jiyana xwe ku me diêşîne divê bi dawî bibin. Ji dil we silav dikim û heskirinên xwe pêşkêş dikim."

KOMPLO HATIBÛ PÛÇKIRIN

Rêber Apo beriya bi salan bi vî rengî bal kişandibû ser pûçkirina komployê: "Ez ji vê derê dikarim vê mizgîniyê bidim gelê me; komplo hatiye pûçkirin. Ev yek teqez hatiye fêhmkirin. Ev yek bi sekna min a bi sebir a li vê derê û bi hewldana hevpar a gelê me pêk hat. Êdî vê yekê dikarim bi rengekî şênber ji gelê me re bibêjim; me kir ku komplo pûç bibe. Gel û tevgera me ji hewldanên tasfiyekirin û komployê rizgar bûn û xurt bûn. Berxwedana gelê me komplo têk biriye. Ji ber vê yekê gelê me bi hurmet silav dikim. Ya ku bi komployê xwestin bikin, îmhakirina min bû. Eger ev yek pêk hatibûya wê rewşeke kaosê û bi xwîn rû bida."

Wê dewam bike...