Divê girtiyên nexweş Ugur Ok û Adnan Oztel bên berdan
Ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan çalakî berdewam dikin. ÎHD’ê di çalakiyên vê hefteyê yên li Enqere û Stenbolê de xwest girtiyên nexweş Ugur Ok û Adnan Oztel serbest bên berdan.
Ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan çalakî berdewam dikin. ÎHD’ê di çalakiyên vê hefteyê yên li Enqere û Stenbolê de xwest girtiyên nexweş Ugur Ok û Adnan Oztel serbest bên berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 679’an a çalakiya ‘Rûniştina F’ de, li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Ugur Ok ê li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin, ket rojevê.
Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Tedawî maf e, nikare bê astengkirin" û "Girtiyên nexweş berdin" hatin vekirin. Gelek caran dirûşmên mîna "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyîn" hatin berzkirin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî di nav de gelek parêzvanên mafan jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Li Enqereyê jî Înîsîyatîfa Azadî Ji bo Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya 551’emîn de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Adnan Ozter ê li Girtîgeha Girtî ya Tekîrdagê tê ragirtin.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê (MYK) Nûray Çevîrmen, di daxuyaniya li Kolana Sakaryayê de axivî û diyar kir ku Oztel piştî ku di sala 2004’an de hat girtin, 6 sal in qet nebirine nexweşxaneyê.
Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.