DYE'yê ji şîrketên Ewropî re nameya 'dawî li cihêrengiya xwe bînin' şand

Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê nameyek ji gelek welatên li Ewropayê re şand û diyar kir ku eger dixwazin bi Washîngtonê re bixebitin divê dawî li bernameya xwe ya dijberiya li cihêkariyê bînin.

Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Parîsê nameya ku ji hin komên li Fransayê re şand, gihîşt welatên cuda yên Ewropayê, ku tê de dbêje, eger dixwazin bi hikumeta DYE'yê re bixebitin divê dawî li bernameya xwe ya cihêrengiyê bînin.

Corriere della Sera ragihand ku name gihîştiye şîrketên Îtalyayê. Rojnameyê diyar kir ku Washîngtonê ji şîrketên Îtalî xwestiye, dawî li pîvanên xwe yên cihêrengiyê bînin.

Navenda dîplomatîk a DYE'yê ya li paytexta Îtalyayê ev daxuyanî da rojnameyê: "Têkiliyên me yên bi hevkarên me yên xwecihî li gorî pîvan û polîtîkayên hikumeta DYE'yê ne."

Di nameyê de ku Les Echos û Le Figaro xwe gihande wê, ji bo şîrketan pênc roj dem hatiye dayin.

Rojnameya Financial Times jî ragihand ku name ji aliyê dîplomatên Emerîkî yên li Belçîka û welatên din ên li rojhilatê Yekîtiya Ewropayê ve hatiye şandin.

Name her wiha gihîşt Spanyayê. Rojnameya Spanyayê El Pais diyar kir ku sefaretxaneya bilind a DYE'yê ya li Spanyayê ji şîrketan xwestiye ku belge bikin ku li gorî bernameya DEI (cihêrengî û wekheviyê) tevnagerin.