Devlet Bahçelî daxwaza 'reforma berfireh' kir
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyaniyeke nû da.
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyaniyeke nû da.
Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî ji rojnameya Turkgun re axivî û anî ziman ku piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo 'milet di nava bendewariyeke bi hêvî de ye' û bi vî rengî dewam kir: "Di destê me de ye ku em vê hêviyê neşikîne û veguherînin kêfxweşiyê. Tirkiyeya bê teror wê bibe Tirkiyeyeke welê ku demokrasî lê hîn xurt e. Di demekê de ku sîstemeke nû ya cîhanê ava dibe, mirov dikare vê pêşketinê ji bo Tirkiyeyê bikin firsendek."
Bahçelî anî ziman ku ev pêvajo wê "Ji bo afirandina jiyaneke civakî û siyasî ya nû ya aştiyane ya Tirkiyeyê bibe wesîle" û diyar kir ku guherînên mezin li gel firsendan her wiha xwedî rîskan e.
Bahçelî got, "Ji ber vê yekê gelek dînamîk divê bi baldarî bêne birêvebirin. Beriya her tiştî weke ku di banga Îmraliyê de hate kirin divê destpêkê çek bêne danîn, PKK kongreya xwe bi lez kom bike, biryara tasfiyekirina hemû pêkhateyên PKK'ê bikeve meriyetê. Bi reformên berfireh divê em yekîtiya xwe ya mîlî hîn xurt bikin, edalet û wekhevî jî divê esas be."
Bahçelî got, "Bi destûreke bingehîn a mîlî û berfireh bermahiyên darbeyê dikarin ji holê bêne rakirin" û got, "Ya girîng ew e ku avaniyeke welê bê avakirin ku her kes xwe di nav de bibîne. Lewma di pêvajoya Tirkiyeya dûrî ji terorê de em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi feraseta 'Beriya her tiştî Tirkiye' û 'Her kes dibe Tirkiye' di yekîtî û biratiyê de bigihêjin hev, paşerojeke pîroz a Tirkiyeyê bi hev re ava bikin."