DEM Partî: Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî pîroz be!

DEM Partiyê 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî pîroz kir û rojnamevanên şehîd bi bîr anî.

DEM PARTÎ

DEM Partî bi daxuyaniyekî nivîskî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî pîroz kir. Di daxuyaniya bi îmzeya Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel de hate destnîşankirin ku 3’yê Gulanê bi biryara Neteweyên Yekbûyî ji sala 1993’an ve weke "Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî" tê pîrozkirin, lê ev roj li Tirkiyeyê dûrî roja pîrozkirinê ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi zext û sansur, binçavkirin, girtinên keyfî, êşkence û komkujiyên li ser rojnamevanan hat kirin û wiha hate gotin: “Rojnamevanên ku rastiyê tînin ziman û hewl didin bibin dengê gel, yan tên bêdengkirin yan jî tên krîmînalîzekirin. Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Tirkiye di warê zext û êrîşên li ser rojnamevanan de îsal di nava 180 welatan de daketiye rêza 159’an.

Li Tirkiyeyê bi salan e rojnamevan bi taybetî jî rojnamevanên mûxalîf û Kurd tên bêdengkirin. Îro hîna jî bi dehan rojnamevan di girtîgehan de ne. Carinan rasterast mafê jiyanê yê rojnamevanan tê hedefgirtin. Di 5 salên dawî de 15 rojnamevan di êrîşên leşkerî yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojava de hatine qetilkirin. Ev rojnamevan ji ber ku sûcên şer, mirina sivîlan, kuştina jinan, koçberiya bi darê zorê, wêrankirin û rastiyên sansurê belge kirin, hatin hedefgirtin.

Li gel van hemû êrîşan jî kevneşopiya çapemeniya azad û rojnamevanên ku mîrasgirên vê kevneşopiyê ne, ji ragihandina rastiyan re xwe paşde negirtine û kamera û mîkrofonên xwe ji bo azadî û demokrasiyê bi kar tînin. Weke DEM Partiyê em rojnamevanên ku di avakirina aştî û civaka demokratîk de erka xwe bi layiqî pêk tînin silav dikin. Em di serî de Metîn Goktepe, Gurbetellî Ersoz, Hrant Dînk, Apê Musa, Nagîhan Akarsel, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî li xebatkarên çapemeniya azad ên ku li pey heqîqetê dimeşin û bi her awayî mafê gel ê nûçe wergirtinê diparêzin pîroz be!”