Li Colemêrgê mînîbûsa karkeran qelibî: 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Gever a Colemêrgê mînîbusa ku karker tê de bûn li ser rê qulibî. 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Segûzan a navçeya Gever a Colemêrgê, serê sibê saet derdora 05.30’an de mînîbusa ku karkerên înşaeta rê tê de bûn, ji ber barana zêde kontrola xwe winda kir û ji rê derket û qulibî.

Di qezayê de Necdet Ozşahin (47) û Levent Safali (45) jiyana xwe ji dest dan û ajokar Ezber Pertev (38) û Mehmet Halît Katircî (32) û Gokmen Yildirim (53) birîndar bûn. Birîndaran ji bo tedewiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî ji bo otopsiyê rakirin morgê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran stabîle.