Girtiyên zarok hatin sirgûnkirin
3 zarokên li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin, bêyî agahî ji malbatên wan re bê dayîn, sirgûnî Sîncan a Enqereyê hatin kirin.

Zarokên bi navê Jiyan E. (15), Cahît K. (17) û Adem (16) ên li navçeya Wan Erdîşê di dema protestokirina komkujiya Pirsûsê de bi hinceta 'kevir avêtina polîsan' di 26'ê Tîrmehê de hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê hatin bicihkirin, derket holê ku sirgûnî Enqereyê hatine kirin. Malbatên zarokan ên di 5'ê Cotmehê de ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê, nikarîn zarokên xwe bibînin.
Lê belê rayedarên Girtîgha Girtî ya Sîncanê ya Zarok û Ciwanan a Enqereyê, roja 9'ê Cotmehê li malbatan geriyan û diyar kir ku zarok li girtîgeha wan tên ragirtin.
Tevî ku gilînameya doza li hemberî zarokên hatine sirgûnkirin hînê nehatiye amadekirin jî, sirgûnkirina zarokan, malbatên ji aliyê aborî ve rewşa wan nebaş e mexdûr kir.
Hat ragihandin ku ji zarokên hatine sirgûnkirin C.K. nexweşê sara ye û timî ji ser nobeda sara derbas dike.