AKP'ê 'berpirsyariya' komkujiyê xist stûyê burokratan

Hikûmeta AKP'ê, berpirsyariya komkujiya li Enqereyê xist stûyê burokrasiya Emniyetê.

Hikûmeta AKP'ê, berpirsyariya komkujiya li Enqereyê xist stûyê burokrasiya Emniyetê.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, ku ji ber komkujiya li Enqereyê ya 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, rastî nerazîbûnan û bangên îstifakirinê tê, ji bo nerazîbûnan kêm bike Midûrê Emniyetê yê Bajêr, Midûrê Şaxê Îstîxbaratê û Midûrê Şaxê Ewlekariyê ji wezîfeyê girt.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de, hat îdîakirin ku ji bo lêpirsîna li ser komkujiya 10'ê Cotmehê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê ji her alî ve bê meşandin, ev wezîfedarên nava emniyetê ji wezîfeyê hatin girtin.

Wezîrê Edaletê Kenan Îpek ê ku piştî komkujiyê civîna çapemeniyê lidar xist, li hemberî pirsa "hûnê îstifa bikin?" keniyabû.

Serokkomar Erdogan jî duh bi daxuyaniyekê, nerazîbûneke tund nîşanî "bangên ji bo îstifayê" dabû.

Serokwezîr Davûtoglû jî gotibû, "Di destê me de lîsteya çalakgerên bombeya zindî heye. Lê belê heta ku ew çalakiyê pêk neynin, em nikarin wan bigirin."