Cebe yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê dema qedexeya derketina kolanan didomiya, Îdrîs Cebe yê 18 salî yê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin spartin axê.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê dema qedexeya derketina kolanan didomiya, Îdrîs Cebe yê 18 salî yê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin spartin axê.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ku “qedexeya derketina kolanan” duh bi şev saet 24.00’an bi dawî bû, Îdrîs Cebe yê 18 salî di dema qedexeyê de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin. Cenazeyê Cebe piştî qedexeyê ku rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê li dû otopsiyê bi wesayîta cenaze anîn Kerboranê.

Cenazeyê Cebe di ketina navçeyê de bi konvoyek sedan wesayîtî hat pêşwazîkirin, bi çepikan û tîlîliyan ve ber bi Goristana Şehîtlîk ve birin. Parlamenterên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên KJA’yê, hevşaredarên bajar û navçeyan jî tê de bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Di meşê de wêneyên Îdrîs Cebe ku polîsan înfaz kirin, alên PKK û KCK’ê hatin rakirin. Di tevahiya rê de jî dirûşmên, “Şehîd namirin” û “PKK tolhildan” hatin gotin.

Piştre cenazeyên Cebe anîn goristanê û karûbarên olî bi cih anîn, bi sirûda “Çerxa Şoreşê” ve rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê jî cenazeyê Cebe bi dûayan spartin axê.

Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Mêrdînê Perîhan Agaoglû piştî karên defnkirinê axivî û destnîşan kir ku dewletê vê carê rûyê xwe yê qirêj li Kerboranê nîşan da. Agaoglû wiha got: “Bedenên me parçe parçe jî bibin em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin.” Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî wiha axivî: “Qesr û çeteyên xwe wê bi ser nekevin. DAIŞ û hevkarê wê AKP, wê di xwîna ku li Kurdistanê de rijandine bifetisin.”

Bavê Cebe Huseyîn Cebe, diyar kir ku wê di rêya kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de bimeşin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Bila kurê min ji gelê Kurdistanê û Rêber Apo re feda be.”

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû, taziye ji bo Cebe hate danîn.