Maseya Krîzê ya HDP'ê, tevî astengiyên hikûmetê jî dixebite
Maseya Krîzê ya HDP'ê ku piştî Komkujiya Enqereyê hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Wezareta Tenduristiyê jî ji xebatên Maseya Krîzê re dibe asteng.
Maseya Krîzê ya HDP'ê ku piştî Komkujiya Enqereyê hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Wezareta Tenduristiyê jî ji xebatên Maseya Krîzê re dibe asteng.
Maseya Krîzê ya HDP'ê ku piştî Komkujiya Enqereyê hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Wezareta Tenduristiyê jî ji xebatên Maseya Krîzê re dibe asteng.
Maseya Krîzê ya ku bi 2 wardiya 24 saetan dixebite, hewl dide mirovên jiyana xwe ji dest dane, birîndar û mirovên agahî ji wan nayê girtin, tespît bike.
'WEZARETA TENDURISTIYÊ LI PÊŞIYA XEBATÊN ME ASTENG E'
Berpirsyarê Maseya Krîzê ya HDP'ê Emîralî Turkmen anî ziman ku ekîbên Maseya Krîzê rewşa li Saziya Tipa Edlî û nexweşxaneyan radigihînin û bi komeke ji parêzeran re delîl tên komkirin û hewl tê dayîn alîkariya hiqûqî bê kirin.
Turkmen anî ziman ku ew ji bo agahdarkirina kes û saziyên serî li wan didin dixebitin, lê belê bi taybetî dozgerê cihê bûyerê û Wezareta Tenduristiyê pirsgirêkên cidî derdixînin pêşiya wan. Turkmen ragihand ku Wezareta Tenduristiyê bi ti awayî daneyên li ber destê xwe bi Maseya Krîzê re parve nake û ji bo agahî ji HDP'ê re neyê dayîn Wezaretê hemû nexweşxaneyên taybet û dewletê hişyar kiriye. Turkmen diyar kir ku ji ber vê yekê, ew nikarin ji ti nexweşxaneyan agahiyan werbigirin.
Maseya Krîzê jî li dijî helwesta Wezareta Tendûristiyê, bi doktor û xebatkarên tendûristiyê yên Navenda Giştî yên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) re her tim di nava têkiliyê de ye û agahiyên ku digire bi raya giştî re parve dike. Her wiha Wekîlên Serokatiya Koma HDP'ê jî her tim bi serdoktorên nexweşxaneyan hevdîtin pêk tînin, lîsteyan didin ber hev.
Turkmen pirsgirêkên ku bi Wezareta Tendûristiyê re dijîn wiha vegot: "Wezareta Tendîrstiyê got wan meseya krîzê ava kiriye. Heta nûmareyek telefonê dan. Serokwekîlên Koma me geriyan lê ti agahî nedan. Piştre jî gotin hûn agahiyên ber destên xwe bidin me em ê teyîd bikin. Me agahî da lê bi ti awayî venegeriyan. Ji ber ku dozger û wezaret agahiyê nade me, me di lîsteyê de hin şaşitî kir."
Li aliyê din jî malbatên birîndaran û yên kesên ku jiyana xwe ji des dane pêwistiya wan a hewandinê Maseya Krîzê pêşwazî dike. Malbatên ku ji bo hewandinê nûmareyên xwe datînin Maseya Krîzê, malbatên li Enqereyê welatiyan li mala xwe dihewînin.
20 malbatên ku nagihîjin xizmên xwe hene.