Ji AvEG-Kon û ATÎF'ê banga 'li dijî komkujiyan biçin ser sindoqan'
Saziyên koçberan ên li Ewropayê dixebitin AvEG-Kon û ATÎF'ê daxuyaniyek weşandin û li dijî şer û komkujiyan bang li her kesî kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
Saziyên koçberan ên li Ewropayê dixebitin AvEG-Kon û ATÎF'ê daxuyaniyek weşandin û li dijî şer û komkujiyan bang li her kesî kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
Saziyên koçberan ên li Ewropayê dixebitin AvEG-Kon û ATÎF'ê daxuyaniyek weşandin û li dijî şer û komkujiyan bang li her kesî kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) û Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Elmanyayê (ATÎF) daxuyaniyek nivîskî weşandin û bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kirin ku biçin ser sindoqan. Di daxuyaniya her du saziyan de, ji bo hesabpirsîna ji Erdogan û AKP ên welat veguherandine qada şer, bang li hilbijêran hat kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê.
'AKP'Ê RÛYÊ XWE YÊ FAŞÎST NÎŞAN DA'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li Kurdistan û Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd, karker, kedkar, HDP û hêzên mûxalîf ên demokrat û şoreşger û hat destnîşankirin, ku Erdogan û AKP a wî, ku xewn û xeyalên wan ên serokatiyê li ber avê çûn, rêyê xwe yê bi xwîn ê faşîzmê bi şêweyê herî barbar, nîşan dane.
AvEG-Kon diyar kir ku AKP bi şer û komkujiyan re dixwaze di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi ser bikeve û got, "Dîktatoriya ku li çar aliyên welêt xwînê dirijîne û mirovan qetil dike, bi komkujiyên hovane nêzî mirovên bi daxwaza aştî û azadiyê nêzî qesrê dibin, tevdigere. Zalimên ku li ber tinebûnê ne, diperpitin û ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe mîtînga karker û kedkaran veguherandine gola xwînê."
'HEMÛ HILBIJÊRÊN LI EWROPAYÊ DIVÊ BIÇIN SER SINDOQAN'
AvEG-Kon'ê ragihand ku komkujiya Erdogan a 1'ê Cotmehê, parçeyek ji planên ji bo bêbandorkirina HDP'ê ye û got, "Her kesê dilê xwe ji bo azadî, demokrasî û aştiyê lê dide, wê bi têkoşîneke behtir çalak re, bersivê bidin van êrîş û komkujiyan. Çawa ku piştî komkujiya li Amedê ya beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê mirov çûn ser sindoqê û bi xurtî vîna HDP'ê derxistin holê, wê ji komkujiya Pirsûsê heta komkujiya Enqereyê, hemû komkujî nikaribin loi pêşiya serketinên mezin ên HDP'ê bibin asteng."
AvEG-Kon'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û ji bo hesabpirsîna ji AKP'ê bang li hemû hilbijêrên koçber ên li derveyî welat kir, ku heta 25'ê Mijdarê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
'ERDOGAN TIRKIYEYÊ DI NAVA ŞERÊ NAVXWEYÎ'
Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Elmanyayê (ATÎF) jî anî ziman ku Erdogan û desthilatdariya AKP'ê yên ku ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê ya hêvî dikir bi dest nexistin, gav bi gav Tirkiyeyê ber bi şerekî navxweyî ve dehf didin.
ATÎF'ê diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hemû hêzên mûxalîf hedef hatine girtin û got, "Xerakirina pêvajoya aştiyê, êrîş, lînç û bi provokasyonan re rakirina gel a li hemberî hev; trenda zext û êrîşên faşîst zêde kiriye."
ATÎF'ê bal kişand ser komkujiyên 7'ê Hezîranê û vir ve li hemberî gelê Kurd û hêzên demokratîk hatin kirin bibîr xist û got, "Ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de encama hêvî dikin bi dest bixin, serî li provokasyon û komkujiyên bi vî rengî didin. Xuyaye wê di vê helwesta xwe de israr bikin."
'EM LI ELMANYAYÊ LI NAVA MALAN BIGERIN'
ATÎF'ê bibîr xist ku ew ê serî li ber zextên AKP'ê netewînin û got, "Em ê serî li ber van êrîşên faşîst û bêperwartiyê netewînin. Çi diki bila bikin, wê polîtîkayên dewletê yên faşîst pûç bibin û em ê teslîmî vê gurûhê nebin."
ATÎF'ê da xuyakirin ku divê ew di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi hemû hêz û enerjiya xwe re tevlî pêvajoyê bibin û got, "Li Elmanyayê divê em li nava malan bigerin, polîtîkayên faşîst ên TC û partiyên faşîst ên îro nûnertiya van polîtîkayan dikin, teşhîr bikin. Ji bo deng ji platforma hevpar a pêşverû û demokratîk HDP'ê re were dayîn, girîng e em hilbijêran îqna bikin."