Li Danîmarkayê civîna hilbijartinê

Koordînasyona hilbijartinê ya HDP'ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, civînek li ser xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê tên meşandin, lidar xist.

Koordînasyona hilbijartinê ya HDP'ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, civînek li ser xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê tên meşandin, lidar xist. Parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer jî li civînê amade bû û di axaftina xwe ya li vir de got, "Weke gel em şer naxwazin, em ne alîgirê şer in. Gelê me bi tenê xwe li hemberî êrîşên faşîst diparêze. Têkoşîna niha ji aliyê Kurdan ve tê meşandin, têkoşîneke parastina rewa ye."

Civînê li Navenda Çanda Kurd a Danîmarkayê, saet di 18:00 de destpê kir. Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer di axaftina xwe ya li vir de şer û polîtîkayên komkujiyê yên ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve tên meşandin, rexne kir.

Uçer anî ziman ku ev gel wê êdî destûrê nede ku nêçirvan dîrokê binivîsînin, ji ber ku ev gel êdî mîna şêran dikare dîroka xwe binivîsîne û got, "Hikûmeta AKP'ê, dewleta şer temsîl dike. Li Amedê ji qetilkirina Ceylan, li Roboskî ji qetilkirina 34 ciwanên me, li Pirsûsê ji qetilkirina 31 ciwanên me, li Amedê ji qetilkirina 6 mirovên me û herî dawî jî li Enqereyê ji qetilkirina bi sedan mirovan berpirsyar e.

Weke gel em şer naxwazin, em ne alîgirê şer in. Gelê me bi tenê xwe li hemberî êrîşên faşîst diparêze. Têkoşîna niha ji aliyê Kurdan ve tê meşandin, têkoşîneke parastina rewa ye."

Uçer bang li hemû demokrat û welatparêzên li Danîmarkayê dijîn kir ku biçin ser sindoqan û derdora xwe jî bi xwe re bibin dengdayînê.

Di civîna Koordînasyona HDP'ê ya Danîmarkayê de biryar hat girtin ku ji bo gel bibin ser sindoqan, bi awayekî seferberiya topyekûn tevbigerin.

Di civînê de her wiha ev bang hat kirin: "Ji bo bidawîbûna şer û komkujiyên li Kurdistanê, ji bo pêşerojeke aştî, azadî û biratiyê, ji bo jiyaneke wekhev û aram, divê hilbijêr hemû dengê xwe bidin HDP'ê."

...