Çalakiya protestoyî ya 3 rojan a li Kolnê bi dawî bû
Kurdistanî û Tirkiyeyên li Kolnê dijîn ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane ev sê roj in di çalakiyê de ne.
Kurdistanî û Tirkiyeyên li Kolnê dijîn ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane ev sê roj in di çalakiyê de ne.
Kurdistanî û Tirkiyeyên li Kolnê dijîn ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane ev sê roj in di çalakiyê de ne. Di çalakiya kon a 3 rojan a li Qada Dom ji saet 16.00 heta 20.00’an ku kon vekirîbû rastî eleqeyeke zêde ya Elmanan hat.
Di çalakiyê de ku ciwan û jin li hember komkujiyê pir bi hêrs bûn, dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Şehîdên Enqereyê nemirin” hatin gotin. Tevî qedexeya polîsan jî bi dehan kesan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Ji bo tûrîst û Elmanên li Qada Dom bi Elmanî axaftin hatin kirin, belavokên ku armanca çaakiyê vedibêjin hatin belavkirin.
Çalakvanan Qada Dom bi pankart û dowîzan ku tijî kirin, pankarta ku navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan vekirin, 97 find pêxistin û rêzgirtin pêk anîn. Kesên tevlî çalakiyê bûn bi gulên sor ên bi xwe re anîbûn kesên jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Her kesên ku tevlî çalakiyê bûn Serokkomar Erdogan û AKP ji komkujiyê berpirsyar dîtin. Çalakvanan gotin ku berdêla wê çi dibe bila bibe wê dengên xwe ji bo aştiyê bi kar bînin û gotin dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP.
Çalakiya kom bi dirûşman bi dawî bû.
Li gel vê TEV-ÇAND jî ji bo lanetkirina komkujiyê roja Pênçşemê saet 15.00’an li Qada Dom a Dîrokî wê mîtîngekê li dar bixe. Hunermend wê rojê wê hem bi dowîz û pankartên xwe hem jî bi enstrumanên xwe tevlî çalakiyê bibin. Hunermend bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiya roja Pêncşemê bibin.