Leşkeran êrîşî mertalên zindî kirin: 25 kes hatin binçavkirin
Mertalên Zindî yên li herêma bejahî ya navbera Kop û Gimgimê ji bo şer rû nede dest bi çalakiyê kirin, rastî êrîşa leşkeran hatin.
Mertalên Zindî yên li herêma bejahî ya navbera Kop û Gimgimê ji bo şer rû nede dest bi çalakiyê kirin, rastî êrîşa leşkeran hatin.
Mertalên Zindî yên li herêma bejahî ya navbera Kop û Gimgimê ji bo şer rû nede dest bi çalakiyê kirin, rastî êrîşa leşkeran hatin. Hevşardarê Kopê Rahmî Çelîk û nûçegihanê DÎHAyê Cuneyt Dûran jî di nav de 25 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Mertalên zindî yên ji bo rawestandina operasyona li bejahiya gundên Nîftîk, Şelûl û Êşîkulek ên navçeya Kop û gundên Kaniya Mêra, Zoro û Qerepungar ên Gimgimê yên Mûşê çûn herêmê, rastî êrîşa leşkeran hatin. Ji ber ku çûn û hatina herêmê ji aliyê leşkeran ve hat qedexekirin, mertalên zindî bi rêyên bejahî xwe gihandin herêma operasyonê. Leşkeran 25 mertalên zindî yên di nav de Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk û endamên meclîsa şaredariyê jî hene bi lêdanê kirin binçavan. Di nava kesên hatin binçavkirin nûçegihanê DÎHA'yê Cuneyt Dûran jî heye.
Hate zanîn ku 25 kesên anîn Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Kopê bi awayekî dijwar rastî lêdanê hatine û bi şevê li qereqolê hatine ragirtin. Hate ragihandin ku ji ber îşkenceyê 2 welatî ji ser hişên xwe çûne û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê.
Tê payîn ku ku di nava rojê de kesên hatin binçavkirin derxînin pêşberî dozgeriyê.