Bîtnel: Ji bo bilindkirina dengê aştiyê em bêjin HDP

Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Swîsreyê Cem Bîtnel destnîşan kir, ku Erdogan û AKP mîna komkujiya Pirsûsê berpirsyarên sereke yên komkujiya Enqereyê ne.

Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Swîsreyê Cem Bîtnel destnîşan kir, ku Erdogan û AKP mîna komkujiya Pirsûsê berpirsyarên sereke yên komkujiya Enqereyê ne.

Bîtnel girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê qewimîn, ji ANF'ê re nirxand.

Bîtnel anî ziman ku Erdogan û maşika wî hikûmeta AKP'ê, ku xeyalên wan ên serokatiyê têk çûn, ji bo rewşa xwe ya têkçûyî ji holê rakin, hemû nêzîkatiyên erênî red kirin û Tirkiye xistin nava rewşeke nû ya hilbijartinê. Bîtnel bibîr xist ku di rewşeke gola xwînê û hovîtiyê de, hilbijartinên 1'ê Mijdarê tên kirin.

Bîtnel da xuyakirin, ku AKP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê li ser şîdet û zextê daye rûniştandin û ragihand, ku hêzên emniyete û leşkeriyê yên ku bi pêkanîna ewlekariya gel berpirsyar in, veguherîne hêzên ewlekariyê yên taybet ên Erdogan û hikûmeta AKP'ê.

'MÎNA LI PIRSÛSÊ, BERPIRSYARÊ KOMKUJIYA ENQEREYÊ JÎ ERDOGAN Û AKP NE'

Bîtne got, "Di rewşa heyî de gelê me fêm kiriye, ku eger li Tirkiyeyê sıstemeke dîktatoriyê were, wê ji bilî xwîn û rondikên çavan tiştekî ji mirovan re neyne" û anî ziman ku mirov êdî dudil in ewlekariya xwe radestî dewletê bike.

Bîtnel diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên li welêt ketine rewşeke welê ku gefê li ewlekariya gel dixwin û got, "Mîna êrîşa li hemberî aştî û mirovahiyê ya li Enqereyê. Yên ku alîkariya çek û lojîstîkê dan çeteyên DAIŞ'ê yên Rojhilata Navîn kirine gola xwînê, mîna ku ev jî têrê nake, derfet dane wan ku bi hêsanî di nava Tirkiyeyê de bigerin û çalakiyan bikin. Erdogan û AKP ên ku vê destekê pêşkêşî DAIŞ'ê dikin, mîna komkujiya Pirsûsê, berpirsyarên sereke yên komkujiya Enqereyê ne."

'DI HILBIJARTINÊN 1'Ê MIJDARÊ DE WÊ TERCÎHA ŞER AN JÎ AŞTIYÊ BÊ KIRIN'

Bîtnel da xuyakirin ku dema merc û rastiyên heyî yên li welêt li ber çavan were girtin, wê bê dîtin ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ne di navbera partiyan de ye, wê bibe tercîha 'şer an jî aştiyê'. Bîtnel di serî de Elewiyên li Ewropayê dijîn bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

Bîtnel, ji bo jiyaneke azad, wekhev, ji bo bidawîbûna şer û rijandina xwînê, ji bo aştî û demokrasiyê bang li hemû hilbijêran kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

...