Davûtoglû işaret bi dagirkirina Rojava kir

Serokwezîrê Hikûmeta Şerê Taybet Ahmet Davûtoglû yê ku bi Komkujiya li Enqereyê re mora xwe danî binê daxuyanyên sosret, işaret pê kir ku wê polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan zêde bike.

Serokwezîrê Hikûmeta Şerê Taybet Ahmet Davûtoglû yê ku bi Komkujiya li Enqereyê re mora xwe danî binê daxuyanyên sosret, işaret pê kir ku wê polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan zêde bike. Davûtoglû yê ku di daxuyaniyên xwe de dijminê mirovahiyê, artêşa tecawizkaran DAIŞ'ê diparêze, di nava endîşeya veşartina berpirsyariya xwe ya di komkujiyê de ye.

Davûtoglû yê xwest desteka navneteweyî ya ji bo YPG/YPJ û PYD'ê bê astengkirin, bi van gotinan işaret pê kir ku dikare li hemberî Rojava êrîşeke lekerî bike û dikare ji bo vê hincetan peyda bike:

"Her alîkariya ji bo PYD û PKK'ê were kirin, em ê weke dijberiyek li Tirkiyeyê qebûl bikin. Hewldana pêwîst hat kirin, protesto hatin kirin. Eger ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve, PYD jî di nav de, hewldaneke xwe berdana nav, êrîş an jî veguhastina cebilxane û çekan were kirin, çawa ku em li Bakurê Iraqê tedbîran digirin, em ê li hemberî Sûriyeyê jî heman tiştî bikin. Bi awayekî gelekî vekirî û zelal dibêjim."

Davûtoglû got, "Krîza li Sûriyeyê heta êrîşên li Tirkiyeyê, krîza Sûriyeyê bû" û anî ziman ku PYD û Kurdên li Rojava êdî di hedefa dewleta Tirk de ne. Davûtoglû wiha pê de çû: "Me li qadê, yekser ragihand ku em ê toleransê nîşan nedin. Ji bo PKK û PYD'ê jî derbasdar e. Cudakirina ji hev a PYD û PKK'ê dibe ku berî 5-6 mehan bi wate bû, lê niha ev wate nemaye. Min ferman da Wezîrê Karên Derve. Li DYA wê hewldanên pêwîst bike. Wê ji wan re bê ragihandin ku bi ti awayî em qebûl nakin. Ji îro û pê ve ev hewldan tên kirin. Ti kes nikare hinceteke pêbawer pêşkêşî me bike ku alîkariya ji PYD'ê re diçe, naçe PKK'ê. Ya ku em li hemberî PKK'ê dikin, em ê li hemberî PYD'ê jî bikin, li her cihî em ê zerarê bidin û tine bikin. Bila ti kes xweşbîniyê ji me hêvî neke."