Heysem Menaî: Em tevlî kongreya Riyadê nabin

Serokê Tevgera Pêla Genim Heysem Menaî diyar kir ku ew tevlî kongreya Riyadê ya li Erebîstana Siûdî nebûne. Nûnerên tevgerê tevlî Kongreya Sûriyeya Demokratîk a îro li Dêrikê tê lidarxistin, bûn.

Serokê Tevgera Pêla Genim (Teyar El Qemih) Heysem Menaî ji rojnameya Raî Al-Yewm re axivî û diyar kir ku wan biryar dane beşdarî civîna li Riyadê nebin. Menaî destnîşan kir ku di encama dengdayîna li ser vê biryarê de bi 380 dengan biryar hatiye dayîn ku tevlî kongreya li Riyadê nebin.

Beriya vê Heysem Menaî di nivîseke li ser rûpela xwe ya tevna civakî (Facebook) de, nivîsîbû ku Erebîstana Siûdî aliyekî şerê Sûriyeyê ye, para wê jî ji vî şerî heye, dost û dijminên xwe jî hene. Her wiha helwest û nêrîna wê der barê şerê Sûriyeyê de aşkera ne û wiha nivîsî: "Siûdiyê naxwaze şerê çekdarî ji aloziya Sûriyeyê derkeve."

Di nivîsa Menaî benda civîna Viyanayê ya ku pêwîste di kongreyê de şandeyên ku nûnertiya hevseng ji muxalefetê re bikin beşdar bibin bibîr anî û got ku ew bend nehatiye pêkanîn. Di berdewama nivîsê de Heysem Menai hin xalên din ên neyînî di kongreya Riyadê de nivîsî û wiha rêz kir: “Hin Kesayetên welatparêz tevî ku me daxwaz kiribû, ji bo kongreyê nehatine vexwendin. Li ber wê jî hin aliyên ku daxuyaniyên ku ew civînên Cinevreyê û Viyennayê qebûl nakin hatine vexwendin, di nava wan de jî îmzeya Tirkî pir aşkera ye."

Der barê amadebûna hêzên leşkerî de jî Serokê Tevgera Genim da zanîn ku hêzên leşkerî yên ku li gora îdeolojiya El-Qayîdeyê tev digerin hatin vexwendin, li ber wê jî Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) û Partiya Yekîtiya Demokratîk bi buhaneya ku VITO Amerîkî (Emerîka ya ku bi xwe pispor û çekan ji wan re rê dike) li ser beşdariya wan heye, nehatine vexwendin. Her wiha hin hêzên ku hijmara endamên wan li ser tiliyan tên jimartin hatin vexwendin, di demeke ku hêzên sereke yên li hundir welat têdikoşin hatin paşguhkirin.

Di demeke ku Tevgera Tevgera biryar daye beşdarî Kongreya Riyadê nebe, nûnerên Tevgerê di Kongreya Sûriyeya Demokratîk ku îro li bajarê Dêrikê destpê kiriye, amade ne.