Li Zanîngeha Egeyê, standa Amedspor û rengên formaya vî tîmê futbolê weke 'propaganda rêxistina terorê' hat hesibandin û li hemberî 4 xwendekaran lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
Li Zanîngeha Egeyê, piştî dorpêçî û qedexeya çalakiyan ji aliyê polîsan ve, pêla lêpirsînê dewam dike. Li vê zanîngehê, ku çend roj berê cezayê dûrxistina ji dibistanê li 50 xwendekaran hat birîn, niha jî xwendekarên ku xwestin alîkariya madî bidin Amedsporê û bi vê armancê stand vekirin, forma firotin, bi îdîaya 'propaganda rêxistina terorê' ketin ber lêpirsîna dîsîplînê.
Hinceta lêpirsîna ji aliyê Dekanê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Egeyê bi vî rengî ye: "Li bexçeyê Zîraat Kafe, di 03.11.2015'an de xwendekarên bi navê C.K., F.A., S.Y. û K.M. du mase kirin yek, sê formayên bi nivîsa Amedspor a ji rengên kesk, sor û zer raxistin. Li gorî agahiyên ji wezîfedarên emniyetê hatin wergirtin, beriya niha jî bûyereke bi heman rengî qewimiye û komek ji xwendekaran a rêxistinbûyîna ciwanan a PKK-KCK'ê YDGH jî di nav de hebû, xwendekarên nû qeyda xwe çêdikirin bi rêxistin kirin. Ev xebat jî bi heman mejî hatiye meşandin."
C.K. ji ANF'ê re axivî û nerazîbûn nîşanî lêpirsînê da. C.K. got, "Piştî kuştina Firat Çakiroglû, zexteke giran li xwendekarên mûxalîfê sîstemê tê kirin. Îdare destûrê nade ti çalakiyên me. Polîs û wezîfedarên ewlekariya taybet êrîşî hemû çalakiyên me dikin. Ev lêpirsîna hatiye vekirin jî paranoya rêveberiya dibistanê ye."
'GELEK KULÛP STANDAN VEDIKIN'
C.K. ragihand ku li dibistanê gelek kulûbên sporê standan vedikin, formayên xwe difiroşin û got, "Lê belê lêpirsîn bi tenê li hemberî standa me hat kirin. Standa ku ketiye ber lêpirsînê, ji bo destekkirina Amedsporê ye. Me xwest forma bifiroşin û destekê bidin kulûba sporê. Tîmeke ku bi awayekî fermî di lîgên Tirkiyeyê de cih digire, gelo bi çi rengî dikare têkiliya xwe bi 'rêxistina terorê' hebe? Her tîmek futbolê ji bo hatineyan, heman tiştî dikin. Lêpirsîna hatiye vekirin, dûrî rastiyê ye."