Ji bo girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên li Elmanyayê tên ragirtin, NAV-DEM wê di 10'ê Kanûnê de li ber girtîgehan bi dirûşmeya "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, girtiyên siyasî bên berdan" çalakiyan lidar bixe.
Li Elmanyayê, piştî ku di 26'ê Mijdara 1993'an de PKK hat qedexekirin, zexta li ser sazî û siyasetmedarên Kurd destpê kir. Ji ber vê zexta ku 23 sal in bênavber dewam dike, heta niha gelek kes mexdûr bûne. Ev mexdûriyeta Kurdan hînê dewam dike û niha gelek siyasetmedarên Kurd li girtîgehên Elmanyayê tên ragirtin. Ji bo bidawîbûna van zextan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), ku xwedî 250 saziyan e, wê bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li ber gelek girtîgehên Elmanyayê bi dirûşmeya "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, girtiyên siyasî bên berdan" mîtîng û çalakiyan lidar bixe.
NAV-DEM'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku piştî têkoşîna PKK'ê ya li Şengal û Kobanê li ser navê mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê meşand, nîqaşên 'Bila qedexekirina PKK'ê ya li Elmanyayê bê rakirin' ji aliyê gelek siyasetmedar, nûnerên saziyan û rewşenbîran ve tê bilêvkirin.
NAV-DEM'ê ragihand ku ew li bendê bûn piştî van nîqaşan qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bê rakirin, lê belê berevajî vê bendewariyê gelek siyasetmedarên Kurd hatin girtin û ji xala 126b doz li wan hat vekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Qedexeya li ser PKK'ê, ku beriya 22 salan li ser daxwaza dewleta Tirk bi biryareke siyasî hat wergirtin, zerarê dide demokrasiyê û Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê dike."
JI NAV-DEMÊ BANG
NAV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de ji bo azadiya girtiyên siyasî ev bang li hemû Kurdan û derdorên demokratîk ên li Elmanyayê dijîn kir: "Em bang li gelê Kurd, hemû şoreşger, demokrat, alîgirên aştî û yekîtiya gelan, kedkarên koçber dikin, ku beşdarî meş û mîtîngên bi dirûşmeya 'Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, girtiyên siyasî bên berdan' bibin."
CIH Û DEMA ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniya NAV-DEM'ê cih û dema çalakiyên di 10 û 12'ê Kanûnê de bên lidarxistin, bi vî rengî ye:
10'Ê KANÛNÊ-PÊNCŞEM
BERLÎN
Cih: Pêşiya Wezareta Karên Hundir a Elmanya ya Federal
Saet: 14:00
CELLE
Cih: Bahnofstraße Parkanlage
Saet: 15:00-17:00
Ji bajarên Hannover, Salzgîtter, Peîne, Hîldesheîm û Gottîngenê wê endamên Navenda Civaka Demokratîk beşdarî vê çalakiyê bibin.
KOLN
Cih: Pêşiya Girtîgeha Ostendorf (Rochusstr 350, 50827 Koln)
Saet:16:00
Ji Koln, Duren, Aachen, Leverkûsen û Bonnê wê endamên Navenda Civaka Demokratîk beşdar bibin.
DUSSELDORF
Cih: JVA Dusseldorf/Ratingen(Oberhausenerstr. 30, 40472 Düsseldorf)
Saet: 16:00-18:00
Ji Dusseldorf, Wûppetal, Duîsbûrg û Essenê wê endamên Navenda Civaka Demokratîk beşdar bibin.
12'Ê KANÛNÊ-ŞEMÎ
HAMBÛRG
Cih: Bahnof Altona pêşiya Girtîgeha Dammtor
Saet:15:00
Amadekar: Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hambûrgê