Bi dehan kes li Rihayê hatin binçavkirin-HAT NÛKIRIN

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku bi dehan kes li Rihayê hatine binçavkirin û di nav de Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr, serok û rêveberên ÎHD û Egîtîm-Senê yên Rihayê jî hene.

Polîsên Tirk di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Rihayê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinên li hemberî endamên HDP, DBP, Egîtîm-Sen û ÎHD'ê de, bi dehan kes hatin binçavkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku bi dehan kes li Rihayê hatine binçavkirin û di nav de Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr, serok û rêveberên ÎHD û Egîtîm-Senê yên Rihayê jî hene.

Di nava binçaviyan de, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Ridvan Yavûz, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Leyla Coşkûn, Hevserokê ÎHD'ê yê Bajêr Atîlla Yazar, Hevserokên SES'ê yên Şaxê Reşat Dogan û Rûken Kilinç, Hevseroka Egîtîm-Senê ya Bajêr Dîlek Çakirtaş, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Haliliye Mehmet Melîk, Serokê ESM ê Şaxê Bajêr Servet Yazar, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên DBP'yî Sevînç Îzol û Sîbel Sutpak hene.