Artêşa Tirk li Şemzînanê dest bi operasyonê kir

Li bejahiya gundên Nêrduşa, Kolê, Biya, Horê, Bihê û Spirêz ên Şezmînanê, operasyona leşkerî hat destpêkirin.

Li bejahiya gundên Nêrduşa, Kolê, Biya, Horê, Bihê û Spirêz ên Şezmînanê, operasyona leşkerî hat destpêkirin.

Artêşa Tirk ku duh bi şev bi helîkopterên Skorsky leşker danî hin herêman, dest bi operasyonê kir. Beşek ji hêzên operasyonê jî li hin herêman bendên kontrolê yên seyar danîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê îro daxuyaniyek weşandibû û tê de bal kişandibû ser tevgera artêşa Tirk a li navçeya Colemêrg Şezmînanê.