Ji bo girtiyên siyasî li Mannheîmê mîtîng hat lidarxistin

Li bajarê Elmanya Mannheîmê, li dijî êrîşên li hemberî SDGF'yî û ESP'yî, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê, mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng saet di 18:00 de li ber HBF bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di mîtîngê de belavoka Elmanî ya ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve ji bo girtiyên siyasî hat amadekirin, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandiin ku rêveberên ATÎK û NAV-DEM'ê ji ber nêrînên xwe yên siyasî hînê di girtîgehan de ne.

Rêveberên siyasî yên pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Mannheîmê bang li rêveberên Elman kirin û ji wan xwestin ku girtiyên li Elmanyayê tavilê serbest berdin. Ji bo rakirina tecrÎda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî l çalakiyê pankart hat vekirin.

Çalakiya ji aliyê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin bi qîrîna dirûşmên "Freîheît fur Ocalan", "Bijî Biratiya Gelan" bi dawî bû.

...