Zîzek: Tirkiyeyê bi hovane êrîşî Kurdên li dijî DAIŞ'ê şer dikin kir
Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zîzek diyar kir ku Tirkiye bi awayekî vekirî alîkariyê dide DAIŞ'ê û bi hovane êrîşî Kurdan dike.
Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zîzek diyar kir ku Tirkiye bi awayekî vekirî alîkariyê dide DAIŞ'ê û bi hovane êrîşî Kurdan dike.
Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zîzek diyar kir ku Tirkiye bi awayekî vekirî alîkariyê dide DAIŞ'ê û bi hovane êrîşî Kurdan dike.
Zîzek di civîna xwe ya li New Statesman de da xuyakirin ku ji ber têkoşîneke 'rasteqîn' li hemberî DAIŞ'ê nayê meşandin serketin bi dest nakeve.
Fîlozofê Slovenyayî destnîşan kir ku dem hatiye êdî pirsên 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bi xweşiya kê naçe?' bên pirsîn û ev xal destnîşan kir:
"Mîna ku ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn, tevî daxuyaniyên fermî yên şermezarkirinê û derewderxistinê, hin hêz û dewlet ne tenê li hemberî DAIŞ'ê bêdeng in, di heman demê de alîkariyê didin. Di Cotmeha 2015'an de mutefîkê dilsoz ê Serokkomarê Tirk û Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan, operasyonên leşkerî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê şermezar kir û bi hewldana 'fetisandin' şoreşa Îslamî ya li Sûriyeyê, Moskowa sûcdar kir."
(…)
Alîkariya vekirî ya Tirkiye ji bo DAIŞ'ê dike, ne tenê tedawîkirina leşkerên birîndar ên DAIŞ'ê û herikîna petrola wan e. Di heman demê de bi awayekî hovane êrîşî Kurdan dike. Kurd YEKANE hêza herêmî ye ku bi awayekî cidî li dijî DAIŞ'ê şer dike. Tirkiyeyê her wiha balafira ku li hedefên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê dixist, xist xwarê. Rewşeke bi heman rengî ji bo hevalbendê Amerîka yê li herêmê Erebîstana Siûdî jî derbas dibe. Şerê DAIŞ'ê yê li hemberî Şîan bi xweşbînî pêşwazî dike. Îsraîl bi xwe jî, bêyî hesaban, di şermezarkirina DAIŞ'ê de bi awayekî gumanbar bêdeng e. DAIŞ li dijî destekdarên Şîayên Îranê ku ji aliyê Îsraîlê ve weke dijminê sereke tên dîtin, şer dike."
Zîzek peymana 3 mîlyar euroyî ya ji bo sekinandina herikîna penaberan a ber bi Ewropayê di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de hat morkirin weke 'rewşeke ku mehdê mirov jê dixele' û 'karesateke exlaqî ya siyasî' pênase kir.