Îranê, 30 mîlyon metrekûp gaza ku rojane dişîne Tirkiyeyê, nîvnîv kêm kir. Rayedarên Îranî gotin, "Ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê, pêwîstiya navxweyî ya bi gazê zêde bû", lewma biryareke bi vî rengî stendine.
Îranê "Ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê, pêwîstiya navxweyî ya bi gazê zêde bû" hincet nîşan da û gaza dişîne Tirkiyeyê kêm kir. Gaza ku rojane 28-30 mîlyon metrekûp ji Îranê re diherike Tirkiyeyê, ji duh bi şev û pê ve bi rêjeya ji sedî 50-60 hat kêmkirin û daket asta 14-15 mîlyon metrekûp.
Tirkiye salane bi qasî 6 mîlyar metrekûp gazê ji Îranê dikire. Tirkiye ji Rûsyayê jî ji 'Mavî Akimê' 47 mîlyon metrekûp, ji 'Bati Hatti' jî 42 mîlyon metrekûp rojane gazê ji Rûsyayê dikire. Hema hema nîvê pêwîstiya xwe ya rojane ya bi gazê, ji Rûsyayê werdigire. Rayedarên Tirk bi endîşe ne ku ji ber 'krîza balafirê, Rûsya jî mîna Îranê bikeve nava pêkanîneke bi vî rengî.