HDP'ê bang li AKP'ê kir ku xwerêveberiyê muzakere bike

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji Meclîsê xwest ku zerara civakî ya ji qedexeya derketina derve rû daye, lêkolîn bike.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji Meclîsê xwest ku zerara civakî ya ji qedexeya derketina derve rû daye, lêkolîn bike. Balûken li ser mijarê pêşnûmenameyek pêşkêş kir û destnîşan kir ku xwerêveberî rewa ye, lewma ji AKP'ê xwest, ku vê mijarê muzakere bike.

'XWERÊVEBERÎ REWA YE'

Îdrîs Balûken got, "Gelê ku lîstikên AKP'ê yên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo ji nû ve bi desthilatdar dît, êdî ji siyaseta demokratîk bawer nekir û li hemberî êrîşên bê eman ên li hemberî xwe, li dijî hikûmeta AKP'ê xeta parastina rewa ava kir û xwerêveberî ragihand."

Balûken ji bo sîstema xwerêveberiyê destnîşan kir, ku ev yek mafê mirovan ê xwedî gotin e û bi temamî rewa ye. Balûken got, "Rewşa rêxistinbûyî ya gelekî, divê tiştekî bê xwestin be. Ti aliyekî ji vê bê tirsandin nîne. Ya ku dewlet û hikûmeta AKP'ê divê bike, ne qedexekirina derketina derve û cezakirina bajaran e. Ya divê bike, bi mûxataban re muzakerekirina daxwaza gel e."

'78 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN'

Balûken da zanîn ku heta niha li 18 cihan, ku di nav de bajar û navçe jî hene, bi giştî 162 rojan derketina derve hatiye qedexekirin û di dema van qedexeyan de 78 kesan jiyana xwe ji dest dane. Balûken destnîşan kir ku di dema dorpêçkirina van herêmên derketina derve lê hat qedexekirin de, mafên bingehîn ên mirovan hatine binpêkirin."

'NIFŞEKÎ BI HÊRS Ê AWARTE DIAFIRE!'

Balûken ragihand ku tevî Sûr, Gimgim û Şemzînanê heta niha li Liceyê 7, li Farqînê 6, li Nisêbînê 5, li Cizîrê 4 caran derketina derve hatiye qedexekirin û piştî rakirina qedexeyê, xuya bûye ku ev navçe di rewşeke nema bên naskirin de ne.

Balûken ev hişyarî da: "Qedexe civakê ji hev qut dike û li dijî dewletê, nifşekî bi hêrs ê awarte diafirîne. Tevî ku ewlekariya can û malê welatiyan wezîfeya sereke ya dewletê ye jî, li cihên qedexe lê hatin ragihandin, mirov bi bilindkirina alên spî diçin nexweşxaneyan. Ji bo qedexekirin tavilê bên lêkolînkirin û berpirsyarên qetilkirina mirovan û talankirina cih û warên mirovan bên darizandin, ji bo pêşî li cihêbûna ji hev a civakê were girtin, pêwîstî bi avakirina komîsyonekê heye."